Tirkiyeyê fuze ji çeteyên El Nûsra re şand
Dewleta Tirk di dema dawî de desteka xwe ya ji bo çeteyên li Sûriyeyê zêde dike. Herî dawî ji kampa Atmê ya li ser sînorê Efrînê, çek û cebilxane radestî çeteyên El Nûsra kir.

Li gorî nûçeya ANHA ku agahiyên xwe dispêre 'çavkaniyên pê bawer', dewleta Tirk roja 2'ê Mijdarê cebilxaneya leşkerî ji çeteyên El Nûsra re şand. Çek û cebilxaneyên bi wesayîteke mezin re hatin şandin, di ser kampa Atmê ya li navçeya Efrîn Cindirêsê radestî çeteyan hatin kirin.
Hat ragihandin, ku cebilxaneya ku ji çeteyan re hatiye şandin ji fuzeyên dijî tank û balafiran û gelek cureyên çekên sivik û guleyên wan, pêk tê.
Çavkanî da zanîn ku di 7 û 8’ê Mijdarê de jî hejmarek ji leşkerên Tirk li nêzî Gundê Mele Xelîl ê Efrînê bi qasî 100 metreyan sînor derbas kirine û piştre vegeriyane.
Ji aliyekî din ve leşkerên Tirk çandina mayînan li ser sînorê Efrînê û Bakurê Kurdistanê didomînin. Herî dawî jî leşkeran li Deşta Şadiya û Gundê Sorka yê Navçeya Raco ya Efrînê mayîn bicih kirin.
Hat destnîşan kir ku di 5’ê Mijdarê de jî Waliyê Kilîsê li gel tîmên taybet serdana herêma sînor a li hemberî bajarokê Ezazê kiriye û li herêmê geriya ye. Di dema serdana walî de ji aliyê Ezzazê ve jî hin komên mûxalefeta Sûriyeyê jî çûne wê herêmê.
Di 6’ê Mijdarê de jî waliyê Hatayê li gel tîmên taybet serdana herêma sînor a gundê Hemam kir û piştre çû Kampa Atmê.