Tirkiyeyê piştî 5 salan careke din dest bi bazirganiya petrolê ya bi Başûrê Kurdistanê re kir. Petrola kurdan dê bi tankerên mezin bibin Tirkiyeyê.
Wezîrê Enerjîiyê yê Tirk Taner Yildiz di daxuyaniya da de ragihand ku wana bi 5-10 tankeran dest bi kişandina petrolê kiriye û ev yek dê di demek zû de gihite 100-200 tankeran. Di çarçoveya bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re hatiye morkirin, dê Tirkiye li Herêma Kurdistanê petrola xam bikire û berhemên wê bifiroşe.
Ev yek jî li rastî nerazîbûna hikûmeta navendî ya Iraqê hat. Wezîrê Petrolê yê Iraqê di daxuyaniya der barê mijarê de da de ragihand ku tu hêzek nikare li welêt petrolê bifiroşe welatên derve.
Lê belê Kurd, firotina petrolê bo Tirkiyey venaşêrin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja destpêkê ya peymanê de ragihand ku ger pêwîst be ew ê petrolê bişînin Îranê jî.