Şêniya girtîgehên Tirk 126 hezar e

Şêniya girtîgehên Tirk 126 hezar e

Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergin, ragihand li Tirkiyeyê 377 girtîgeh hene û 34 hezar û 720 girtiyên tên darizandin û 91 hezar û 334 girtiyên rastî ceza hatine hene. Ergîn, anî ziman ku li gorî plana wan dê heta 2017'an li Tirkiyeyê 196 girtîgehan ava bikin.

Wezîrê Dadê yÊ Tirk Sadullah Ergin, bersîva pirsa Parlementerê CHP'ê yê Mûglayê Nurettin Demir a der barê girtî û girtîgehan de da û da zanîn ku 126 hezar kes di girtîgehan de ne.

Ergîn, anî ziman ku ji bo di fîzîka girtîgehan de guhertin û veguhertinê çêbikin xebat dane destpêkirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê 377 girtîgeh hene. Di girtîgehan de 34 hezar û 720 girtiyên tên darizandin û 91 hezar û 334 girtiyên rastî ceza hatine hene.”

Ergîn wiha domand; “Li gorî plana me dê heta 2017'an li Tirkiyeyê 196 girtîgehan ava bikin. Li tevahiya Girtîgehan bi giştî 125 hezar û 117 girtî hene. Di navbera 2002 û 2012'an de 68 girtîgehên ku kapasiteya wan 50 hezar û 737 hatin avakirin. 208 girtîgeh jî hatin girtin. Engîn da zanîn ku li gorî planê dê di sala 2012'an de 22, di 2013'an de 34, di 2014'an de52, di 2015'an de 32, di 2016'an de 25 û di sala 2017'an de jî 31 girtîgehan vekin.”