Tirkiye di warê girtina xwedekaran de cihanê de yekemîn e û êdî ev rewş bûye wekî sektorekî. Xwenekdarên ku dixwazin perwerdehiya xwe bidomînin ji bo biçin cihê ezmûnê bi hezaran TL fature lê tên birîn. Xwendekarên ku tên xesp kirin dixwazin mafê xwe yên perwerdehiyê ji dewletê şûn de bigirin.
Li Tirkiyeyê 2 hezar û 824 xwendekar niha girtîne. Hikûmeta AKP’ê êdî ev rewş veguhertiye bazirganiyê. Ji însiyatîfa piştevaniya xwendekarên girtî (TODÎ) Ahmet Saymadî ji Radîkalê re axivî û diyar kir ku xwendekarên dikevin azmûnên xwe mesrefa rê hemû ji berika wan diçe.
Ji her dema azmûnê dema xwedekar diçin azmûrê ji wan 2 hezar TL tê xwestin û ev pere jî divê ji bo îdareya girtîgehê bê razandin. Xwedenekar jî di nava şert û mercên kêm de xebata xwe didomînin.
Xwedekar ji pereyê wesayîtê bigire heta xwerina personel, her tiştî ew dide.
Saymad gelek mînak da û ji van mînakan yek jî xwedenekarê bi navê Bariş Onay ku di pola dawî ya Elektornîk de dixwîne dema dibin Eskîşehîrê Azmûrê ji wî 750 TL hate xwestin. Her wiha Reyhan Akivilcim jî dem ali zanîngeha Denîzlî Beşa Felsefê dixwend hate girtin jî, 1.500 TL pere jê hate xwestin. Akivilcim dema ev pere neda neket azmûnê.
Li Girtîgeha Sîncanê jî ji bo li Enqreyê bikevin azmûnê 300 TL tê xwestin.