Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê xwest beyî ku zerar bibîne Parlementerê CHP'ê ya Dêrsîmê Huseyîn Aygun serbest were berdan.
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê derbarê dîlgirtina Parlementerê CHP'ê ya Dêrsîmê Huseyîn Aygun ji aliyê HPG'ê ve daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku Aygun bêyî zerar bibîne serbest were berdan û îdîa kir ku dîlgirtina Aygun ji ber ku şexsekî sivîle, binpêkirina Peymana Cenevreyê ye û binpêkirina mafên mirovane.
Serokê Komeleya Çanda Elewiyan ya Hûbyar Sûltan Alî Kenanoglû da zanîn ku, bi dîlgirtina Aygun hejmara parlementerên girtî gihaştiye 10'an û wiha hate gotin: "An di girtîgehên dewletê an jî yên din, du ferq nake. Di encamê de mafê siyasetê ji destê 10 parlementerên ku hatine hilbijartin hatiye girtin. Divê hemû hilbijartî serbest werin berdan."