Şahidê veşartî Haydar dîsa li ser kar e

Şahidê veşartî Haydar dîsa li ser kar e

Şahidê veşartî’ yê Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê Haydar îcar bû şahidê Doza Çapemeniyê. Di rûniştina dozê ya 2-13’ê tîrmehê de aşkere bibû ku Haydar, Erkan Yanit e.

Rûniştina doza 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanên Kurd ên ku bi “rêveber û endamtiya KCK’ê” tên tawanbarkirin, di îlonê de dê dest pê bike. 36 rojnamevanên di Azadiya Welat, DÎHA, Ozgur Gundem, ANF, Demokratîk Modernîte û Belavkariya Firatê de ddixebitin, di 24’ê berfanbara 2011 de hatibûn girtin.

Îdîanameya vê dozê jî weke hemû dozen din ji îfadeyên “şahidên veşartî” û “delîlên” bi rêbazên ne huqûqî hatiye amadekirin. Ji ber wê jî ev yek jî dê di dozê de bibe mijara gotûbêjan.

“Şahidê veşartî Haydar” dê yek ji van gotûbêjan be. Di rûniştina Doza Sereke ya KCK’ê de, dozgeriyê belgeyek di nava dosyaya îdîanameyê de ji bîr kiribû û bi vî awayî “şahidê veşartî” aşkere bibû. Di 8’emîn Rûniştina Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê de parêzeran piştrast kiribû ku Haydar Erkan Yanit e.

Erkan Yanit ê niha nasnavê wî “Haydar” e, cara yekem di 13’ê nîsana 2010 de, bi gumana “dibe ku du xwîşk û birayên wî dê tevlî PKK’ê” bibin îfade dabû. Haydar di 16’ê insane 2010 de di binçavan de weke gumanbar îfade da.

Erkan Yanit, di îfadeyên xwe yên berê de dabû diyarkirin ku ew di nîsana 2009- nîsana 2010 de di Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) de xebitiye û rojname belav kiriye. Lê Erkan Yanit tenê rojname belav kiriye û piştre polîsan ew kiriye “şahidê veşartî Haydar”. Niha jî hemû xebatên KCK’ê yên Qendî, Ewropa û Tirkiyeyê teşhîs kir!

DI DOZA ÇAPEMENIYÊ DE JÎ ŞAHIDÊ VEŞARTÎ

Haydarê ku şahidê doza sereke ya KCK’ê bû, di Doza Çapemeniyê de jî di nava şahidên veşartî de ye. Haydar di îdîanameyê de navên endamên Konseya Rêveber ên KCK’ê yên ku cîhan û alem pê dizanin, dihejmêre: Mûrat Karayilan, Dûran Kalkan, Cemîl Bayik, Nuredîn Sofî, Bahoz Erdal, Zubeyîr Aydar, Remzî Kartal, Bozan Tekîn, Mûtafa Karasû…

Piştre jî agahiyên weke qaşo der barê xebatên KCK’ê yên li Stenbolê de dide; “rêxistinkirian xebatên rêxistinî, lidarxistina civînan, sazkirina meclîsên bajêr, sazkirina pêkhateya DYG’ê, şandina endaman ji bo herêmên bejahî..”

Îdîanameya ji 800 rûpelan pêk tê, beşek mezin a wê ji îfadeyên “şahidên veşartî” Haydar û yên weke wî pêk tên.