TGS: Li Pirsûsê mafê wergirtina nûçeyan tê astengkirin
TGS: Li Pirsûsê mafê wergirtina nûçeyan tê astengkirin
TGS: Li Pirsûsê mafê wergirtina nûçeyan tê astengkirin
TGS îxlal û pêkanînên li dijî xebatkarên çapemeniyê yên di navbera Koban û Pirsûsê de dixebitin raya giştî re parve kir.
Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) pêkutiyên ev 8 roj in li hemberî rojnamevan û nûçegihanên di navbera Pirsûs û Kobanê de dixebitin bi raya giştî re parve kir. TGS’ê êrîş û astengiyên li hemberî çapemeniyê şermezar kir û wiha got: “Polîsên ku li hemberî welatiyên ji bo tevlî berxwedana Kobanê bibin di sînorê Tirkiye û Sûriye re derbas dibin û DAIŞ şermezar dikin û şîdetê bi kar tîne xebatkarên çapemeniyê jî dike hedef, li hember wezîfeya wan dibe asteng û nahêlin wezîfeya xwe bikin.
TGS’ê pêkutiyên li hemberî xebatkarên çapemeniyê wiha bi rêz kir:
-Leşkerên ku wesayîta weşana zindî ya TV 10 rawestandin hewldan rojnamevan Turabî Kîşîn binçav bikin. Hevpîşeyê me nerazîbûn nîşan da û destûr neda bê binçavkirin. Lê belê wesayîta weşana zindî ya TV 10 ji avê zerar dît.
-Polîsên ku di wesayîtên zirxî de hempişeyên me yên xebatkarên DÎHA tehdît kirin, di wesayîtan de anonsên ‘DÎHA nereve dema em bên gel te em ê nîşanî te bidin’ kirin.
-Nûçegihana Rojnameya Ozgur Gelecek Ruken Derya Çelîk li sînorê Kobanê hat binçavkirin.
-Polîsên ku dujîn li nûçegihanê Gun TV kirin, êrîşa fîzîkî li hember rojnamevanan pêk anîn û bi gotina ‘em ê we hemûyan bikujin’ ew tehdît kirin.
-Nûçegihanê Hurriyetê ji ber bombeya gazê ya li lingê wî ket birîndar bû.
-Televîzyona weşana zindî ya IMC TV bû hedefa bombeyên gazê û zerar dît.
TGS’ê diyar kir ku ev êrîş mafê nûçewergirtina gel asteng dike û wiha got: “Ji bo nûçegihan wezîfeya xwe bikin em bang li raya giştî dikin ku berteka xwe nîşan bidin û em bang li rayedaran dikin ku bi berpirsiyartiya xwe rabin.”