TGC’ê di şexsê 16 rojnamevanên Kurd de xelat diyariyê rojnamevanên girtî kir

Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) di şexsê 16 rojnamevanên Kurd de ku meha bihurî hatin girtin, xelat da rojnamevanên ku ji karê xwe hatin astengkirin.

Xelatên Azadiya Çapemeniyê ku ji sala 1989’an û vir ve tên dayîn, xelatên îsal hatin eşkerekirin.

Xelata "Şaxê Kesan", di şexsê 16 rojnamevanên Kurd ên di 8’ê Hezîranê de li Amedê hatibûn destgîrkirin û piştî 8 roj ser desgîrkirina wan re derbasbû hatin girtin, ji bo hemû rojnamevanên girtî yên ku ji karê xwe hatin astengkirin, hat dayîn.

TGC’ê ev daxuyanî da: “16 rojnamevanên Kurd ên ku di pêvajoyek ku qala hilbijartina siyasî tê kirin de bi armanca astengkirina mafê agahî girtina welatiyan, bi ferzkirina yek rengî rojnamevanî, yek rengî nûçe çêkirin hatin girtin. Di şexsê rojnamevanên hatine girtin; Abdurrahman Oncu, Azîz Oruç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Alî Ertaş, Mehmet Şahîn, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Safîye Alagaş, Serdar Altan, Suat Doguhan û Zeynel Abîdîn Bulut de ji bo hemû rojnamevanên girtî yên ku ji karê xwe hatin astengkirin.”

TGC’ê xelat li "Şaxa Saziyê" li dijî pêşnûmeya qanûna sansurê ya ku ket rojeva Meclîsê, "Li dijî Qanûna Sansurê Berxwedan û Hevgirtin" hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Biryara hate dayin ku ji Piştevanî û Berxwedana li dijî Qanûna Sansurê re xelat bê dayin, ku vê rêxistiniyê kir ku pêşnûme qanûn bê vekişandin û ji dema qanûndanînê ya nû, ji 1'ê Cotmehê re bê hiştin."

Dîroka xelatdayînê wê di rojên pêş de were eşkerekirin.