Tevî dijberiya lobiya Tirk jî li Brukselê konferansa Kurd hat lidarxistin
Li Zanîngeha Saînt-Loûîs a Brukselê, bi serenavê "Berxwedan û Femînîzm" li ser berxwedana jinên Kurd konferansek hat lidarxistin.
Li Zanîngeha Saînt-Loûîs a Brukselê, bi serenavê "Berxwedan û Femînîzm" li ser berxwedana jinên Kurd konferansek hat lidarxistin.
Li Zanîngeha Saînt-Loûîs a Brukselê, bi serenavê "Berxwedan û Femînîzm" li ser berxwedana jinên Kurd konferansek hat lidarxistin. Konferansa ji aliyê xwendkarên zanîngehê ve hat organîzekirin, duh êvarê pêk hat. Konferans bi sponsoriya Zanîngeha Saînt-Loûîs, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Ciwanên Têkoşer û Rêxistinbûyî (JOC) ve hat lidarxistin. Ji Zanîngeha Parîsê ya 8. Profesorê Civaknasiyê Stephen Boûqûîn û ji Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Nûrsel Kiliç weke qiseker li konferansê amade bûn. Di konferansê de dîroka Kurdan, berxwedana wan a li îro li Rojhilata Navîn tê meşandin û rola jinên Kurd hat nirxandin. Sefaretxaneya Bilind û lobiya Tirk gelekî hewl dan vê konferansê betal bikin, lê rêveberiya zanîngehê ev zext red kir.
CIVAKNAS BOÛQÛÎN: LI KURDISTANÊ SÛCÊN ŞER HATIN KIRIN
Profesorê Civaknasiyê Stephen Boûqûîn qala aliyên siyasî û dîrokî yê pirsgirêka Kurd kir. Boûqûîn bal kişand ser mijarên şer û aştiyê û gelên li Rojhilata Navîn û bi taybetî işaret bi bandora şer a xerakirinê kir.
Civaknasê Fransayî, bîlançoyên raporên Rêxistina Efûyê yên li ser Sûriyeyê ragihand û sedemên serhildan û şerê li Sûriyeyê vegot.
Boûqûîn derketina DAIŞ'ê û berxwedana li Rojava nirxand û da zanîn, di heman demê de li Tirkiyeyê di anvbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de hevdîtinên ji bo aştiyê hatin meşandin.
Boûqûîn mijara pêvajoya şer a piştî serketina HDP'e ya di hilbijartinên Hezîranê de ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hat destpêkirin û têkildarî êrîşên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê got, "Bi kêrî Erdogan hatine."
Civaknas Boûqûîn bal kişand ser girtin, binçavkirin, qedexeya derketina derve û got, "Em dikarin bêjin komkujiyek hatiye kirin. Sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin. Tirkiye li ber şerekî navxweyî ye."
Ji bo çareseriyê jî Prof. Boûqûîn işaret bi demokrasiyê kir û projeya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegot.
TÊKOŞÎNA JINÊN KURD HAT VEGOTIN
Ji Nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Nûrsel Kiliç jî li ser têkoşîna jinê sekinî. Kiliç da xuyakirin, ku aliyê şer kî dibe bila bibe, şer yekser zerarê dide mirovahiyê, jin û zarokan û got, "Divê mirov bi hevparî li ser van êşan bisekinin."
Kiliç sîstema xweser a li Rojava vegot û anî ziman, perwerdeya jin û mêr a di perwerdeyê de ji dibistana seretayî ve destpê dike. Kiliç diyar kir, perwerde li Rojava bêpere ye, ji bo zarokên keç û mêr mecbûrî ye û qala mafên kolektîf û hevpeymana civakî ya li Rojava kir.
Kiliç ragihand, tevgera jinên Kurd li Rojava derneketiye holê û destnîşan kir, têkoşîna jinê ya li Rojava li ser mîrateya têkoşîna 40 salan afiriye.