Terora dewleta Tirk li Ewropayê hat şermezarkirin
Terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û gefên êrîşê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê, li gelek navendên Ewropayê hat şermezarkirin.
Terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û gefên êrîşê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê, li gelek navendên Ewropayê hat şermezarkirin.
Terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û gefên êrîşê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê, li gelek navendên Ewropayê hat şermezarkirin.
DÛÎSBÛRG
Bi sedan kes li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber strasyona trenê li hev civiyan. Li ser navê NAV-DEM'ê di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û bêdengiya hikûmet Elman ya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê hat şermezarkirin. Di çalakiya ku nûnerên MLPD û Dîe Lînke jî lê amade bûn de timî dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
ESSEN
Greva birçîbûnê ya li Essenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê b dawî bû. Daxuyanî li ber Mizgefta Seîdê Kurdî ya Civaka Îslamiya Kurdistanê hat dayîn. Gelek Kurdistaniyên beşdarî çalakiyê bûn diya rkirin, ew ê li pêşberî terora dewletê ya li Kurdistanê bêdeng nemînin û berxwedana xwe xurt bikin.
AMSTERDAM
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Hollanda Amsterdamê dijîn, ji bo destekê bidin berxwedana li Sûrê li ber gara trenê ya navendî çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de lenet li komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike hat anîn û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujerê zarokan Erdogan", "YE fînanse dike, Tirkiye bombe dike", "TC a dagirker ji Kurdistanê bicehime", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
NURNBERG
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, Mala Gel a Medya û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê saet di 18:00 de li ber stasyona trenê ya bajêr çalakiyek pêk anî. Di axaftinên li vê derê de polîtîkaya êrîşkariyê ya Tirkiyeyê hat şermezarkirin û hat ragihandin, ku hesabê komkujiyan wê were pirsîn. Di dema çalakiyê de li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê li ser rewşa dawî ya li Bakurê Kurdistanê civîneke gel hat lidarxistin. Serokê ÎHD Şaxê Amedê Racî Bîlîcî beşdarî civînê bû û berxwedana gel a li Cizîr, Sûr û Silopiyayê ya li hemberî êrîşên dewletê, ragihand. Di civînê de her wiha bêdengiya Ewropayê li pêşberî komkujiyan hat rexnekirin.