'Temenê Komîsyona Makeqanûnê dirêj nake'

'Temenê Komîsyona Makeqanûnê dirêj nake'

Endamê Komîsyoan Makeqanûnê yê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Gençay Gursoy, diyar kir ku daxwazên Erdogan ên ji bo sîstema serokatiyê, dê hemû bendewarî û hêviyên baş ên ji Makeqanûnê ji hole rabike û got; “Temenê Komîsyoan Lihevkirina Makeqanûnê zêde dirêj nake.”

Prof. Dr. Gursoy bersiv da pirsên dar barê xebatên makeqanûna nû de û diyar kir ku dive makeqanûna nû temsîla vîna hemû civakê bi awayeke berfireh bike. Gursoy destnîşan kirk u ev vîn di aliyê qanûnê de li Meclîsê heye, lê di ware etîk de tune ye.

Prof. Dr. Gursoy bal kişand ser benda hilbijartinê ya ji sedî 10 û got; “Bi rastî jî mirov nikare bêje Meclîsek di encama hilbijartina benda wê ji sedî 10 hat hilbijartin nunertiya hemû civakê dike.” Gursoy bal kişand ku divê daxwazên makeqanûnî yên ji bo çareseriya pirsgirêka nunertiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, baş bên nirxandin û ev yek firsendek e.

'DIVÊ BALÊ NEKIŞÎNIN SER NASNAMEYÊN ETNÎKÎ'

Gursoy ji bo makeqanûna nû, diyar kri ku divê xwe ji pênaseya “yek netew, yek nasnameyê” rizgar bike û wiha axivî:"Em qebûl dikin ku beşek girîng ji madeyên destpêkê yên “nayên guhertin” yên makeqanûnê bêne guhertin. Em dixwazin ev makeqanûn balê nebikişîne ser tenê neteweyekê û em li şûna wê pênaseya ‘hemwelatiya makeqanûnî’ dixwazin. Divê ev makeqanûn bi tu awayî tu mafên bingehîn û azadiya sînordar neke. Divê daxwaza ji bo zimanê zikmakî teqez were pejirandin(...)"

Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDK’ê Prof. Dr. Gencay Gursoy bi bîr xist ku ew xebatên Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê ji nêzîk ve dişopînin û got; “Gava dor tê madeyên der barê pirsgirêkên bingehîn de, her sê partiyên din îtîraz dikin û rûniştin tê taloqkirin. Ji ber wê jî guman heye ku ev kar li cihekê asê bimîne. Mirov nizane ka ev pêvajo dê kengî bi dawî bibe. "

'DAXWAZA ERDOGAN A SEROKATIYÊ HEMÛ HÊVÎYÊN BAŞ TÊK DIBE'

Prof. Gencay Gursoy destnîşan dike ku temenê Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê zêde dirêj nake. Prof. Dr. Gursoy bal kişand ser planên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên ji bo sîstema serokatiyê û got; “Nayê zanîn ka dê Serokwezîr sîstema serokatiyê bi ser bixe, an jî bi ser naxe. Lê bi ser nexe jî, dê daxwaza guhertinên ku rayeya serokkomartiyê zêde dikin û serbixwetiya serokkomartiyê ya ji partiya siyasî û guhertinên ku zêdetir rê didin vê yekê bike. Ev hewldanên wiha, dikare hemû hêvî û bendewariyên baş yên ji b o makeqanûna nû têk bibin."