Têkiliya PDK'ê ya bi Nûsra re eşkere bû!
Têkiliyên nûnerên PDK'ê yê Rojava bi El Nûsra re derket holê.
Têkiliyên nûnerên PDK'ê yê Rojava bi El Nûsra re derket holê.
Têkiliyên nûnerên PDK'ê yê Rojava bi El Nûsra re derket holê. Bûyer, bi eşkerebûna nasnameya kesekî beşdarî civîna Serokê Giştî yê ENKS'ê û PDKS'ê Îbrahîm Biro ya li Awûstûryayê bû, derket holê.
DI MIJARA NÛSRA DE JÎ HEVKARÎ HAT KIRIN
Êrîşa duyemîn a li hemberî xaka Rojava, di Mijdara 2012'an de li hemberî Serêkaniyê hat kirin. Di serî de Cephet El Nûsra, Xrûba Şam, Ehfad-i Resûl gelek koman êrîş kirin. Êrîşên li hemberî Serêkaniyê piştî civîneke rêveberên artêşa azad a li Rihayê ku weke civîna duyemîn tê zanîn, pêk hatin. Piştî vê civîna Rihayê, Reîsê Eşîra Navaf El Beşîr tevî hin rayedarên din çûn Hewlêrê û bi A. Hekîm Beşar, Fûat Alîko, Mûstafa Cûma, Îbrahîm Biro, Siyabend Haco û berpirsyarên îstîxbarata PDK'ê re civîn pêk anîn. Piştî vê civînê di, meha Kanûnê de êrîşa duyemîn a li hemberî Serêkaniyê pêk hat.
Ûsema Hîlal, piştî ku wêneyê wî yê di civîna Îbrahîm Biro ya li Awûstûryayê û wêneyê wî bi tenê bi Biro re derket holê, eşkere bû ku ev kes hingî di nava Nûsra de bû. Hejar Îbrahîm ê ku ji wêneyan Hîlal nas kir, anî ziman ku Hîlal wê demê li Qamişlo tevî çend kesan di nava Nûsra de bû. Îbrahîm da xuyakirin, ku ew matmayî nemaye dema Ûsema Hîlal tevî Biro di heman civînê de dîtiye û diyar kir, tevî Hîlal kesên di nava Cephet El Nûsra de cih girtin û li Serêkaniyê êrîşî Kurdan kirin, ji berê ve di ser Mahmût Gergerî re bi PDK'ê ve girêdayî ne.
LI TIRKIYE Û HEWLÊRÊ HAT DERMANKIRIN
Îbrahîm ragihand, ku endamên Nûsra Hîlal û hevlaên wî, ku îro li cem Îbrahîm Biro ne, nîşaneya têkiliya PDK û Nûsrayê ne û da zanîn, ku hin kesên hingî di nava Nûsra de bûn, hatine kuştin.
Îbrahîm got, "Wê demê çend kesên din ên ji Qamişlo hebûn di nava Nûsra de. Yek ji wan berpirsyarê hemûyan bû. Navê xwe Yaser Sabrî El Mûhtar ye. Mihelmî ye. Ev kes weke lîderê Mihelmiyên li Sûriyeyê bû. Yek ji mezintirîn mafyayên li Sûriyeyê bû. Bi îstîxbaratên Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê re dixebitî. Hemû karên ne rewa yên bazirganiya narkotîkê, çek û wesayîtan dikir. Û kesî nikarîbû tiştek jê re bigota. Wê demê dihat gotin ku bi hin kesên nêzî malbata Esad re dixebite. Ev şexs di êrîşa li hemberî Serêkaniyê ya meha Kanûnê de hat kuştin. Cenazeyê wî ket destê hevalan. Hatin radestî malbata wî ya li Qamişlo kirin. Yekî din ê birîndar bû kesekî bi navê mûhammed Şefaa bû. Ûsama jî hingî ji destê xwe birîndar bû. Ji bo tedawiyê derbasî Tirkiyeyê, ji wir jî debasî Hewlêrê bû."
PDK MÎNA BI TIRKIYEYÊ RE BI NÛSRA JÎ HEVKARIYÊ DIKE
ENKS a ser bi PDK'ê, li ser daxwaza PDK'ê dixwest di nava Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê de li ser navê Kurdan tevbigere. Ji ber vê yekê di nava vê rêxistinbûyînê de tevlî konferansên Cenevre 1, 2 û 3 bû. Hewl didan bidin qebûlkirin ku ew li ser navê Kurdan tevlî Konferansan dibin. Lê ev bi ser nexistin. Cihgirtina li nava Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê weke ku di nava rêxistinbûyîneke siyasî de ne, nîşan didan. Lê belê Mûstafa Neteweyî ya Sûriyeyê, di serî de komên Nûsra, Ehrar Şam ên El Qaîdeyê re ji hemûyan re gotin 'Artêşa Azad' û dida xuyakirin ku ew nûnerê siyasî yê wan e. ENKS'ê jî bi komên ji xwe re ava kiribû yên bi navê Azadî, Selahattîn, Suxur Afrîn, Suxur Kobanî, Eniya Îslamî ya Kurd re di nava Artêşa Azad û Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê de cih digirt. Lê belê zêde nedihat zanîn ku bi Nûsra re xwedî têkiliyeke ewçend xurt e û hin endamên wan di nava Nûsra de cih girtin û êrîşî bajarên Rojava kirin. Têkiliya Ûsama Hîlal û PDK/ENSK bi Nûsra re derket holê. Bi vê yekê re tespît bû, ku mîna bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike PDK bi Nûsrayê re jî hevkariyeke stratejîk dike.
Kesekî bi navê Bêwar Mûstafa heye, ku her çend di nava Nûsra de cih nagire jî, carna li ser navê komam Îslamî ya Kurd tevdigere, berpirsyariya koma Selahattîn dike û weke karê destpêkê jî di Îlona 2012'an de êrîşî taax Kurdan Eşrefiyê kir. Piştî vê êrîşê di nava komên êrîşî navçeya Şêrawa ya Efrînê, navçeya Cindirêsê û gundên wê kirin, cih girt. Di dema operasyona 2013'an a YPG'ê ya li Til Berak û Til Hemîsê de ku hin windahî hatibû dayîn, vî kesî daxuyaniyek da û diyark ir ku ew bi Ehrar Şam û Nûsra re tevdigere û li hemberî YPG'ê şer kiriye. Têkiliya Bêwar Mûstafa bi PDK, ENKS û komên El Qaîdeyê re derket holê. Ev têkiliya Ûsama Hîlal bêhtir bi zelalî kifş bû.
EBÛ LEYS
Ji fermandarên Ûsama Hîlal ê li nava Cephet El Nûsra, Kurdekî ji Qamişlo yê bi navê Ebû Leys bû. Ebû Leys fermandarî ji yek ji komên êrîşî Serêkaniyê kirin re dikir. Di Sibata 2013'an de ya ku ji bo bidestxistina Şedadê dest bi êrîşê kir koma Ebû Leys bû. Dema rejîma Baas ji Şedadê nekarîbû bê derxistin, Ebû Leys tevî 4 hevalên xwe êrîşa xwekujî kir û rejîma Baas a Sûriyeyê ji Sedadê derxistin.