Têkildarî 19 wekîlên HDP’ê 22 fezlekeyên nû radestî Serokwezaretiyê hatin kirin
Der barê 19 parlementerên HDP’ê de 22 fezlekeyên nû ji bo pêşkêşî Meclîsê bê kirin ji Serokwezaretiyê re hatin şandin.
Der barê 19 parlementerên HDP’ê de 22 fezlekeyên nû ji bo pêşkêşî Meclîsê bê kirin ji Serokwezaretiyê re hatin şandin.
Der barê 19 parlementerên HDP’ê de 22 fezlekeyên nû ji bo pêşkêşî Meclîsê bê kirin ji Serokwezaretiyê re hatin şandin.
Hikûmeta AKP'ê ku der barê destnedanan de MHP jî girt pişt xwe, fezlekeyên parlamenterên HDP'ê yek bi yek tîne rojeva Meclîsê. Ji bilî 275 fezlekeyên der barê parlamenterên HDP'ê de îro jî der barê 19 parlamenteran de 22 fezlekeyên cuda ji bo pêşkêşî Meclîsê bê kirin radestî Serokwezaretiyê hatin kirin.
Der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de 3 fezlekeyên cuda heye, navên parlamenterên ku der barê wan de dosya hatin amadekirin ev in:
"Îmam Taşçier, Mîthat Sancar, Leyla Bîrlîk, Îbrahîm Ayhan, Adem Geverî, Nursel Aydogan, Selma Irmak, Tuba Hezer Ozturk, Ayşe Acar Başaran, Osman Baydemîr, Alîcan Onlu, Erol Dora, Mehmet Emîn Adiyaman, Faysal Sariyildiz, Aycan Îrmez, Ferhat Encu, Mehmet Alî Aslan, Pervîn Buldan û Nursel Aydogan."
Hefteya borî piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gotina "ez bang li meclîsê dikim, peywira xwe bi cih bînin" der barê parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, Aycan Îrmez, Çagler Demîrel, Îmam Taşçier Feleknas Uca, Adem Geverî û Gulser Yildirim de 8 fezleke şandibûn Meclîsê.
HEJMARA FEZLEKEYÊN HDP'IYAN BÛ 300
Der barê parlamenterên HDP'ê de fezlekeyên ku hatin amadekirin ji 275 fezlekeyan gihîşt 299'an. Li Meclîsê bi tevahî 506 fezlekeyên ku hebûn jî bû 528. Ji van 116 aydî CHP'ê, 41 aydî AKP'ê, 14 jî aydî MHP'ê ne.