Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriya komarê ya Bursayê da, lê dozgeriyê dîsa bi hinceta "Keştî xerabe ye" serlêdan red kir.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saleke xwe tijî kir. Parêzerên Ocalan tevî vê yekê jî her hefte du caran ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriyê didin. Lê her car jî ev serlêdan bi hincetên cihê tê redkirin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi mûwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin dîsa serî li dozgeriya komarê ya Bursayê dan. Dozgerê komarê dîsa bi hinceta "Keşti xerabe ye" destur neda ku parêzer biçin Îmraliyê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetên "keştî xirabe ye", "Rewşa hewayê nebaş e" "keştî tê temîrkirin" û "Ewraqên keştiyê kêmin" nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bîne.