Tecrîd li Hannover û Kasselê hate protestokirin

Tecrîd li Hannover û Kasselê hate protestokirin

Kurdên li Ewropayê tecrîda li ser Ocalan protesto dikin. Şevê din jî bajarên Hannover û Kassel ên Almanyayê bi boneya yekemîn salvegera tecrîda girankirî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Meşa li Hannoverê ji qada Operaplatzê dest pê kir. Girseya qelebalix tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi tundî şermezar kir. Di meşê de bênavber dirûşimên “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re aşitî” hatin qêrîn û piştî meşê mîtîng hat li dar xistin.

Di mîtîngê de her yek ji Serokê Meclîsa Gel a Hannoverê Hamed Uner û Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Çepgir a Eyaleta Saksonyaya Jêrîn Yilmaz Kaba axaftinek kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku dê çalakî heta azadiya Ocalan bidome û xwestin tecrîda li Îmraliyê bê rarkirin.

LI KASSELÊ HETA DERENGIYA ŞEVÊ MÎTÎNG

Mîtînga ji aliyê Navenda Çanda Kurdan a Kasselê ve hat organîzekirin ji qada Konigsplatzê hate lidarxistin. Nêzî 200 Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn û tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin.

Serokê Meclîsa Gel a Kasselê bi Kurdî, Almanî û Tirkî axiftin kirin û daxwaza azadiya Ocalan kir. Çalakiya Kurdan bi dirûşim û govendê heta derengiya şevê berdewam kir. Ji ber tedbîrên berfireh ên polîsên Alman, gelek caran di navbera ciwanên Kurd û polîsan de alozî çêbûn. Alman jî eleqeyek mezin nîşanî mitînga Kurdan dan. Mitîng bi axaftina girtinê bi dawî bû.