Ev saleke hevdîtina parêzeran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên astengkirin. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar der barê tecrîda li ser Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li dijî hiqûqa netewî û navneteweyî tevdigere. Aktar destnîşna kir ku ev bêhiqûqî bi hedef girtina parêzerên Ocalan jî berfihetir bûye û wiha pê de çû: “Astengkirina hevdîtina bi Ocalan re bi awayekî bêhiqûqî didome. Parêzerên ku dixwazin hevdîtinê pêk bînin jî rastî gefa ‘hûnê bên girtin’ tên.”
WEZARETA DADÊ EM XAPANDIN
Aktar ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku bihaneyên ji bo astengkirina hevdîtina bi Ocalan re gelek komîk in û wiha got: “Ya li ber çavan tecrîda giran ya Îmraliyê ye. Ji bo astengkirina hevdîtinan ne rastî, bihane di rojevê de ne. Ev jî gelek komîk e. Meha borî Wezareta Dadê der barê rewşa Îmraliyê de got “yên bawer nakin bila biçin bibînin’. Piştî vê gotinê em fikirîn ku dê pêşiya hevdîtinan vebibe. Me got bi vê niyetê hatiye gotin. Lê salek di serde derbas bû. Lê me dît ku tu niyeteke hikûmetê ya wisa tune.
PARÊZER RASTÎ GEFAN TÊN
Aktar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li aliyê tecrîd li ser Ocalan tê meşandin û li aliyê din jî parêzerên wî tên girtin. Hemû parêzerên wî yên ku ev du salên dawî pê re hevdîtin dikirin hatin girtin . Dema mirov wisa dinêrin ne mumkune ku mirov pêvajoyeke di asta hiqûqê de bibînin. Tabloya derketiye holê nîşan dide ku hemû hevdîtin tên astengkirin û hem jî parêzer hedef tên girtin. Ev jî li dij hiqûqa netewî û navnetewî ye. Girtina parêzeran di heman demê de tehdîde jî. Hempîşeyên me yên ku xwestin hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin hatin girtin. Lê niha bi sedan parêzer ji bo vê peywirê amade ne û ez jî ji wan yeki m.”
GER KU WÎ NEXWESTA, DÊ BI AWAYEKÎ FÎÎLÎ BIHATA KIRIN
Aktar destnîşan kir ku îdiayên der barê ku Ocalan bi xwe hevdîtinê naxwaze de jî rexneyên xwe anî ziman û wiha got: “Ger tiştekî wisa hebûya divê pêşiya hevdîtinê bihata vekirin. Bê guman mafê wî heye ku parêzer bi xwe hilbijre û hevdîtinê pêk neyne. Lê ji bo ev pêk bê divê bi awayekî fîîlî pêşiya wî bê kirin. Di meha sibatê de ji bo Buroya Hiqûqê ya Asrin faksek hate kişandin û ji bo ku ew bi vê bawer bikin divê hevdîtin bê kirin.”
BI OCALAN RE GEL JÎ HATIYE MEXDURKIRIN
Aktar wiha pê de çû: “Ev salek qet biçûk neyê dîtin. Ev binpêkirkine mezin e. Di odeyeke bicûk te hemû mafê wî hatiye astengkirin. Dewlet bi vê sûc dike. Lê Ocalan ji bilî aliyê hiqûqî rê dibe ber pêşveçûnên siyasî. Girtina wî a di bin van şert û mercan de tu wateyê nade. Di şexsê Ocalan de civak jî hatye mexdur kirin. nahêlin civak ji nêrînên wî agadar bin. Pêşiya wî tê girtin. Hem ew û hem jî civak tê mexdur kirin.”
Aktar bang li hikûmetê kir û wiha got: “Rêveberiya dewletê cidîyetê dixwaze. Ger ku dewlet nekaribe kosterekê çêbike ev bê cidiyetiye. Wê demê bila derkeve bi ceseret bêje ez nahilim hevdîtin bê kirin. daxwaza me eve ku tecrîd demildet rabe û pêşî lê bê vekirin.”