TBM: Teqîna li Dîlokê bi fikare

TBM: Teqîna li Dîlokê bi fikare

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) derbarê teqîna li Dîlokê de daxuyaniyek nivîskî da û anî ziman ku, ev çalakî fikarên wan zêde dike û Tirkiye ber bi aloziyê ve diçe.

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) derbarê teqîna li Dîlokê de daxuyaniyek nivîskî da. TBM'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku, kê bi çi armancê kiribe bila kiribe, ev teqîn û komkujî fikarên wan zêde dike û wiha got: "Ji ber ku ev çalakî bêhtir Tirkiye ber bi alozî û tundiyê ve dibe fikarên wan zêde dike. Divê her kes li hemberî çalakiyên bi vî rengî bi hîstiyar tev bigerin û ji bo aştî û aramiyê her kes bibin xwedî berpirsyar. Meclîsê da zanîn ku, bûyerên bi vî rengî dijminatiyê û dijberiyê zêde dike.”