Parlamenterê Stenoblê û Cigirê serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu der barê redkirina tehliyeya parlamenterê Şirnexê yê BDP’ê Faysal Sariyildiz a di ‘3’emin pakêta darazê de’ diyar kir ku Dadgeh li dijî saziyên qanûndanînê li ber xwe didin.
Tanrikulu di civîna çapemeniyê ya Otela Dedemanê d eya ji aliyê serokatiya CHP’ê a Amedê de pêk hat de pirsên rojnamegeran bersivand û wiha got: “Saziyên qanûndanînê îmze avêtine sererastkirineke girîng.”
Tanrikulu destnîşan kir ku hinceta der barê biryara ji bo Parlamenterê BDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz de hatiye girtin şaş e û wiha got: “Li Tirkiyeyê heta ku mimkun be divê mirov tekdîrê ji darazê re nehêlin. Divê mirov mafê sererastkirinê jê re nehêlin. Daraz mixabin vî mafî li dij azadî û edaletê bi kar tîne.”
Tanrikulu wiha pê de çû: “ Biryara dadgehê tê vê wateyê; “tu çi qanûnî derdixî, derbixe. Ez dê mafê xwe bi kar bînim. Ez tehliye nakim. Biryara dadgehê şaş e. Newekheviya sûc tune. Di hemû warê sûcan de ger şert û merc hebin, kontrol dikare bê pêkanîn. Hiqûqê çi kiriye bi rastî mirov nekarin bi hiqûq û edaletê îzah bikin. Dadgeh li djî saziya qanûndanînê berxwe dide. Me ji vê biryar ev fêm kir. Bawer im dê ji bo parlamenterên din heman tiştî nekin.
Tankikulu da zanîn ew vê biryarê rast nabînin û got li dijî armanca xwe ne.