'TAK' çi ye û ji kê pêk tê... -Amed Dîcle
Rêxistina bi navê TAK'ê, ku piştî çalakiyên li Enqereyê careke din ket rojevê, girîng e bê nirxandin. Ya rast ne Kurd, divê dewlet TAK'ê rave bike.
Rêxistina bi navê TAK'ê, ku piştî çalakiyên li Enqereyê careke din ket rojevê, girîng e bê nirxandin. Ya rast ne Kurd, divê dewlet TAK'ê rave bike.
Rêxistina bi navê TAK'ê, ku piştî çalakiyên li Enqereyê careke din ket rojevê, girîng e bê nirxandin. Ya rast ne Kurd, divê dewlet TAK'ê rave bike. Ji ber ku sedema hebûna rêxistinbûyîna bi navê TAK'ê, polîtîkayên dewletê ye. Em dîsa jî çavekî li çarçoveya giştî ya vê rêxistinbûyînê bigerînin.
Li gorî agahiyê di malpera îternetnê ya Teyrênbazên Azadiya Kurdistan (TAK) de cih digirin, ev rêxistinbûyîn di destpêka sala 2004'an de ava dibe. Di malperê de ti daxuyaniya rêxistinê ya li ser çalakiyeke salên 2004-2005'an nîne. Lê belê gelek agahî li ser çalakiyên li metropolên Tirkiyeyê yên sala 2006'an hene.
Çalakiya destpêkê ya rêxistinê ku deng veda, di sala 2007'an de hat kirin. Di 22'ê Gulana 2007'an de li sûka Anafartala a li Ûlûs a Enqereyê, ji aliyê endamê vê rêxistinê Guven Akkûş (Erdal Andok) ve hat kirin. Akkûş ê bi eslê xwe ji Mereşê ye, li Stenbolê ji dayik bûye û mezin bûye, li Ewropayê tevlî rêxistinê bû. Tê gotin ku armanca bingehîn a Akkûş Serokê Fermandariya Giştî Yaşar Buyukanit e, lê xwe tam nagihêjîne wî.
Dema ev çalakî hat lidarxistin, mîna roja îro rewşeke aloz a siyasî hebû. Delîl derketibûn holê ku jehr dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vê yekê li gelemperiya cîhanê Kurd rakiribû ser piyan.
Li gorî daneyên di malpera TAK'ê de cih digire, çalakiyên rêxistinê ji sala 2006'an heta 2012'an dewam kirine. Li ser çalakiyên hatine lidarxistin, agahiyên berfireh hatine parvekirin. Lê belê di salên 2013 û 2014'an de TAK'ê ti çalakî nekiriye. Di 23'ê Kanûna 2015'an de li hemberî Balafirgeha Sabîha Gokçen û di sala 2016'an de jî çalakiyên li Enqereyê pêk aniye.
TAK'ê di 30'ê Kanûna 2015'an de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin ku perspektîfa şer, taktîk û rêbazên çalakiyan ên PKK û rêxistinên din ên Kurd gelekî nerm e. TAK'ê destnîşan kiribû ku ev yek bersiva pêwîst nade 'şerê faşîzma TC li hemberî gelê Kurd dimeşîne' û ragihand, ku ew pêvajoyeke nû didin destpêkirin.
TAK'ê di dema 'hevdîtinên li Îmraliyê de ti çalakî nekir' lê piştî ev pêvajo qediya, eşkere kir ku ew ê çalak bibe.
Di heman daxuyaniyên rêxistinê de hatibû destnîşankirin, ku wê tola zext û komkujiyên gelê Kurd tên kirin, were hilanîn.
Yanî TAK xwe weke 'rêxistineke tolhildanê' pênase dike. Dabû xuyakirin, ku li hemberî zext û gefên li Kurdan û Rêberê Kurdan Ocalan tê xwarin, ew ê bi heman rêbazê bersivê bide.
Piştî çalakiyên li Enqereyê gelek derdoran tespîta bandora PKK'ê li TAK'ê kirin. TAK ne PKK ye. PKK'ê gelek caran da zanîn, ku têkiliya wan bi TAK'ê re nîne. PKK tevgereke xwedî proje û perspektîfên civakî siyasî ye. Xwe li gelek qadên jiyanê bi rêxistin kiriye. Û bêguman bi hezaran gerîlayên xwe hene.Ji xwe tevgereke xwedî rêxistinbûyîneke leşkerî, pêwîstî bi rêxisinbûyîneke din a leşkerî nabîne. Çalakiyên li hemberî hêzên leşkerî û mîlîtarîst, ji aliyê hiqûqa şer ve tiştekî çewt nîne. PKK êrîşên li hemberî sivîlan weke sûcê şer dibîne. Di sala 1994'an de mora xw danî binê peymana şer a Cenevreyê. Di mijara hin çalakiyên salên 1980'î de, ku rê li ber mirina sivîlan vekirin de, der barê berpirsyarên va çalakiyan de lêpirsîn da vekirin. Ev çalakî mehkûm kir. Mirina sivîlan ji ber sedemên mîna qezayê jî şermezar kir û di vî warî de bû xwedî pêkanîn.
TAK dibêje ew hemû sazî û aboriya dewleta Tirk hedef digire. Lê belê sivîlan yekser hedef nagire û ji ber mirina sivîlan li Enqereyê da xuyakirin, ku ew xemgîn in.
Bi qasî ku ji daxuyaniyên dawî yên TAK'ê em fêm dikin, ev rêxistin xeta şer a PKK'ê kêm dibîne û berê xwe dide xeteke çalakiyan a hîn bêhtir radîkal.
Ji daxuyaniyan em fêm dikin ku hin endamên TAK'ê berê di nava PKK'ê de cih girtine. Ji xwe piraniya wan ji nava civaka di encama xeta têkoşînê ya PKK'ê de afirî, derketin holê. Lê belê hewldanên çareseriya siyasî yên PKK'ê, ji aliyê TAK û ciwanên li derdora wê ev kêm tê dÎtin û bi gotina 'hîn bêhtir têkoşîn' zemîna rêxistinbûyîneke din amade kirine.
Gotina 'TAK û PKK yek e' eger ne propaganda şerê taybet be, hingî nezantî ye.
Baş e, eger PKK bixwaze wê karibe TAK'ê bisekinîne?
Bersiva vê pirsê NA ye. Ji ber ku di daxuaniyên li malpera xwe de ragihand, ku ew ê guh nedin PKK'ê. Îlan kirin ku heta azadiya Ocalan û gelê Kurd wê çalakiyên wan bidomin.
Wekî din, mijar ewçend hêsan jî nîne. Rewş ji rewşeke hiyerarşî yan jî têkiliyeke organîk wêdetir e. Aliyê hestewarî û civakî yê vê rewşê, ji texmînan gelekî kûrtir e.
Li cihekî ku rêxistineke têkoşîna ewçend radîkal a siyasî, leşkerî û civakî dimeşîne heye de, çima pêwîstî bi TAK'ê heye?
Pirsa divê were pirsîn ev e. Ji ber ku îro bi deh hezaran ciwanên li Kurdistanê di wê baweriyê de ne, ku bi şerê li hemberî dewleta Tirk de dikarin bigihêjin encamê. Bi hezaran mirov li nava kolanan dirûşma 'tolhildanê' diqîrin. Dirûşma 'PKK tolê hilîne' diqîrin. Lewma derbûna van hestên tolhildanê yên li nava civakê, sedemên xwe yên civakî heye. Kurdistan û Tirkiye li aliyekî, bi hezaran ciwanên Kurd ên li London, Berlîn, Parîs, Brukselê digerin, wêneyên milîtanên TAK'ê yên li Enqereyê çalakî lidar xistin, hildigirin.
Dema hevdîtin li Îmraliyê dewam dikirin, bi hezaran ciwanan tevgera PKK ji ber 'şernekirinê' rexne dikirin. Tevlî çalekiyeke Kurdan a girseyî bibin, hûnê li gelek mirovan rast bên ku mîna TAK'ê difikirin. Hûnê bibînin ku bi hezaran ciwan xwe bi vî rengî rave dikin.
Yanî mijar li dora maseyê, bi temaşekirina ji dûrî ji Kurd û Kurdistanê, nayê fêmkirin. Gelek derdorên bala xwe li ser pirsgirêka Kurd e hînê rewş fêm nekirine. Nizanin bê çima bi hezaran ciwan hatine radeya bibin endamê TAK'ê. Di vî warî de nêrîneke xwe nînin. Lewma aliyê civakî yê rewşê nanirxînin, giraniyê didin ser aliyê wê yê herî hêsan ê siyasî.
Di malper û daxuyaniyên TAK'ê de li ser pêşerojê projeyeke siyasî yanê pêşkêşkirin. Lê belê, eger her çalakiya xwe, her helwesta xwe rê li ber sedem û encamên siyasî vedike, hingî çareseriya rêxistinbûyînên mîna TAK'ê jî siyaset e. Çareserî, ji holê rakirian zemîna şert û mercên siyasî Û civakî yên çalakiyên bi vî rengî derdixîne holê ye. Mînaka vê di salên 2013-14'an de hatiye dîtin. Piştî ku dewletê zemîna siyasî girt û dest bi komkujiyan kir, TAK çalak bû. Çareseriya siyasî, pêşî zemîna rêxistinbûyînên bi vî rengî digire.
Aliyekî din ê divê di vir de bê nirxandin ev e: Ciwanên hînê di temenê 20 saliyê de ne, çima xwe bi rengekî ku karibe feda bikin, birêxistin dikin? Li şûna analîzên siyasî yên rojane, çêtir e ku bi rewşa sosyolojîk re bê fêmkirin.
Ev mirov kî ne?
Endamên TAK'ê, nas, cîran û xizmên dayika 8 salî Taybet Înan 60 salî ne, ku li Silopiyayê piştî ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin cenazeyê wê 7 rojan li naverastê hat hiştin…
Hevalên li kar û dibistanê yên Haci Bîrlîk in, ku li Şirnexê cenazeyê wî li pişt panzerê hat girêdan û bi erdê re hat kişandin…
Hevalên Mahsûmê ji Amedê ye, ku piştî hat kuştin bi tankan pê li cenazeyê wî kirin...
Hevalên jina Kurd Ekîn Wan in, ku piştî li Gimgimê hat înfazkirin, cenazeyê wê hat teşhîrkirin...
Nas, dost û hevalên bi dehan jin û mêrên li Şirnexê di jêrzemînan de hatin şewitandin e...
Kek û xwişkên bi sedan zarokên li Cizîr, Silopiya û Sûrê dema li ber deriyê mala xwe dilîstin, hatin qetilkirin...
Zarokên malbatên ku li Sûrê malên wan hatin şewitandin, rastî her şêwe zextê hatin û xizmên wan hatin înfazkirin e...
Zarokên wan kolanan e, ku li ser dîwarên wê nivîsên 'Eger tu Tirk be pê serbilind be, naxwe serî bitewîne'...
Bi kurt û kurmancî; eger hû ji ciwanekî Kurd ê ji rêzê bipirsin, ew ê ji bo endambûyîna TAK'ê ji we re bi hezaran sedeman bijmêre.
Di çalakiyên TAK'ê mirina sivîlan bi ti awayî nayê qebûlkirin. Divê mirov li dij vê derkevin, rexne bikin, şermezar bikin û ev mafê her kesî ye. Divê hîn bêhtir bê rexnekirin û bi dengekî bilindtir bê gotin ku divê sivîl di şer de hedef neyên girtin. Lê belê ev rewş rastiya 'TAK'ê nagiruherîne. Ji ber ku tiştên me li jorê nivîsandine li ser hest û nêrîna mirovan êdî serdest e.
Çend ji rewşenbîrên Tirk ên li ser mijara Kurd 'analîzê' dikin, haya xwe ji wehşeta li jêrzemînên li Cizîrê heye? Çend ji wan Taybet Înan, Haci Bîrlîk, Ekîn Wan, pitika 3 mehî ya Cizîrê Mîray û kalê wê hatin qetilkirin, nas dikin?
Yên bi van nizanibin, nikarin TAK'ê fêm bikin. Û ji ber ku bi van nizanin, rexneyên wan ên li hemberî TAK'ê ji aliyê mirovên Kurd ê rastiyan dibînin ve ji dil nayên dîtin.
Eger TAK weke reaksiyoneke rojane bê nirxandin, ji vir wê ti encam dernekeve. Ji bo rêxistinbûyînên mîna van çalak nebin, yekane rêbaza çareseriyê, qedandina polîtîkaya înkar-tinekirin û zilma li hemberî Kurdan e. Heta ku ev rewş pêk neyê, li dervemayîna TAK'ê li aliyekî, TAK'ên nû jî dikarin derkevin holê. Ev yek wê ne surprîz be. Hin AKP'yiyên îro PKK'ê rexne dikin, beriya niha bi xwe digotin eger hûn pirsgirêka Kurd çareser nekin, PKK biçe jî wê çend PKK bikeve şûna wê. Rewş ev e.
Eger bi hezaran mirov hatibin radeya 'fedakirina jiyana xwe' û beşek ji civaka Kurd êdî baweriya xwe bi çareseriya 'li nava sînorên Tirkiyeyê' tinebe, wê demê divê mijar ji destpêkê ve ji nû ve were nirxandin. Nirxandina di ser encamên çalakiyên hatine lidarxistin, karekî hêsan e.