Swêd dê tevli mudaxaleya leşkeriya dîjî Sûriyeyê nebe
Swêd dê tevli mudaxaleya leşkeriya dîjî Sûriyeyê nebe
Swêd dê tevli mudaxaleya leşkeriya dîjî Sûriyeyê nebe
Di vê dema ku hewildanên DYA’yê yên ji bo êrîşekî li ser Sûriyeyê zêde bûyî de, Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt li bajarê Gavle ya Swêdê di civîneke bi rêxistina ciwanên partiya xwe de axaftinek kir. Reînfeldt diyar kir ku, ji bo li dijî Sûriyeyê kar û barê cezayî bê kirin divê, li bende rapora heyeta Şopandinê ya Netewên Yekbûyî ya ku serokatiya wê Ake Sellstrom yê Swêdî dike bê sekinandin. Reînfedlt da zanîn ku piştî mijar Netewên yekbûyî girt dest û şûnde bê nirxandin.
Serokwezirê Swêdê diyar kir ku bi riya lihevkirinekê bê ku serî li riyên leşkerî bidîn çareserî pêwiste û got: “Em di hizîrîn ku çareserî bi rêya siyasî û dîplomasiyê bê çareserkirin” Reinfeldt; navnîşana çareseriyê di qada li hevkirinên Navnetewî de , Netewên Yekbûyî destnîşan kir.
Reînfeldt, ligel ku DYA gihiştiye encama ku rejîma Sûriyeyê Çekên Kîmyewî bikaraniye, diyar kir ku operasyona leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê dê pirsgirêkê çareser neke. Li ser pirsa delegeyekî ya wek Swêd dê tevli operasyona li hemberî Sûriyeyê bibe an na? bersiva ‘Na’ da.
Dema di 4’ê Îlonê de Serokê DYA’ê Obama bê li Stockholmê, dê li bajarên mezin yên wek Stockholm, Uppsala, Gûteborg, Malmo û gelek deverên cuda li dijî Politikayên DYA’yê yê emperyalist bi mebesta şermezarkirinê meşan pêk bînin. Di demekî ku DYA’yê di der barê lêdana Sûriyê de sinyal dayîn de wê di dema serdana Obama ya li Swêdê de bi drûşmeyên “ Ji polîtikayên şer e na, ji aştiyê re erê ”, “Ji Natoyê re na” û “Big Brother Obama re nexêr” bê protestokirin.
TÊKILIYÊN DYA Û RUSYAYÊ HER DIÇIN ALOZ DIBIN
Obama serdanên xwe yên li Moskova betalkirin û terciha xwe ji bo Swêdê kir. Bi vê re aloziyên DYA’ê û Rusyayê zêde dibin. Obamayê ku serdamên Moskova yê belatkirî wê gazî serokên welatên Baltîk û Îskandinavya bikin û Stockholm yê tevlî civînê bibin. Di heman rojan de wê tevlî tekbîkayên 3 hazar û 500 leşlerên Natoyê yên li Swêdê ya Behra Baltikê tê bê kirinde bibe. Tê xuya kirin ku wê bibe sedemê hin zêdetir aloziya ya di navbera Rusya û DYA’ê de.