Spîkerê TRT’ê bi gotina ‘ Erdogan deyndarê lêborînê ye’ îstifa kir
Spîkerê TRT’ê bi gotina ‘ Erdogan deyndarê lêborînê ye’ îstifa kir
Spîkerê TRT’ê bi gotina ‘ Erdogan deyndarê lêborînê ye’ îstifa kir
Spîkerê TRT’ê beşa Erebî, di weşana zindî de bertek nîşanî politîkayên Tirkiyeyê yên der barê Misrê de da û bi gotina “Erdogan der barê Misrê de deyndarê lêborînê ye” îstifa kir.
Spîkerê Misrî Beshir Abdelfettah ku di kanala TRT’ê beşa Erebî de bername çê dikir di waşana zindî de, ji ber helwesta Erdogan a der barê Misrê de, nerazîbûn nîşan da.
Beshîr destnîşan kir ku helwest û siyaseta Erdogan a der barê Misrê de şaş e û got: “Birêz Erdogan bi lêborînê deyndarê gelê Misrê ye. Wî lêborîn nexwestiye. Lê ez ji vir lêborînê dixwazim. Ji gelê Misrê lêborînê dixwazim. Bila yên lêborînê nexwazin şerm bikin. Ji ber ku ez jî di vê kanalê û di vê bernameyê de xebitîme, ez ji xwe şerm dikim. Ez niha li ber çavên herkesî îstifa dikim."