DSA ku senatorê DYE'yî Bernie Sanders endamê wê ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand û peymana NATO-Tirkiyeyê şermezar kir. DSA'yê nerazîbûn nîşan da ku di berdêla firotina çekan û girankirina zextên li ser aktîvîstên Kurd, pêvajoya endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATO'yê bê destpêkirin. DSA'yê her wiha xwest ku PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin û ambargoya li ser Sûriyeyê were rakirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Tirkiye hêza ji endametiya NATO'yê werdigire li Sûriye û Iraqê ji bo êrîşî ser Kurdan, Êzidiyan, Ermenan, Asûrî-Suryaniyan, Tirkmenan û Ereban bike bi kar tîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev gava berfirehbûnê ya NATO'yê bûye sedem ku Tirkiye zextê li civakên dîasporayê yên li Swêd û Fînlandiyayê bike. DSA'yê destnîşan kir ku bi vê yekê re wê rûpelekî nû li dîroka dirêj a NATO'yê ya piştgiriya ji bo polîtîkayên faşîst zêde bike.
DSA'yê xwest ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bi temamî bê rawestandin û piştgiriyê didin daxwaza Sûriye û Iraqê ya ji bo hêzên biyanî bi temamî ji welatên wan derkevin.
DSA'yê piştgirî da xwesteka derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' û destnîşan kir ku têkoşîna çekdarî ya PKK'ê ku ji bo diyarkirina çarenûsa xwe dimeşîne, nabe ku bi vî rengî bê nirxandin.