Şoreşgerên 68'an ên li Swêdê banga destekkirina HDP'ê kirin
Şoreşgerên ji nifşê 68'an ên li Swedê dijîn, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de banga destekkirina HDP'ê kirin.
Şoreşgerên ji nifşê 68'an ên li Swedê dijîn, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de banga destekkirina HDP'ê kirin.
Di daxuyaniya bi serenavê "Ji bo aştî, demokrasî û biratiya gelan dengê me ji HDP'ê re ye" de hat gotin, "Encamên hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê ji bo pêşeroja welêt û hemû gelên me xwedî girîngiyeke taybet in" û ev xal hat destnîşankirin:
"Recep Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP'ê ya 13 sal in li ser desthilatdariyê ne roj bi roj bêhtir otorîter dibin, mafên demokratîk û azadiyan ji holê radikin û amadekariyan dikin ku sîstemeke ji dîktatoriya yek kesî ava bikin.
Yekane hêza dikare pêşî li avakirina dîktatoriyê ya AKP'ê û Erdogan bigire, HDP a biryar da weke partî tevlî hilbijartinan bibe ye.
Ji ber vê yekê, di serî de Erdogan hemû payebilindên AKP'ê, ji bo HDP benda ji sedî 10'an derbas neke di kesayetiya Selahattîn Demîrtaş de dest bi kampanya reşkirinê kirine. Di şert û mercên bi vî rengî de wezîfe dikeve ser milê her kesên alîgirên ked, aştî, demokrasî û biratiya gelan, ku destekê bidin HDP'ê.
Ji bo pêvajoya aştiyê biçe serî, ji bo dawî li cihêkariya etnîkî û olî were anîn, ji bo dawî li cînayetên kar û jinê, qetlîamên xwezayê were anîn, ji bo welat demokratîk bibe, ji bo newekheviya zayendî ji holê were rakirin û ji bo tevkarî li biratiya gelan bê kirin, em dengê xwe didin HDP'ê."
Di nava îmzekarên daxuyaniya hevpar de Gulay Unuvar, Latîfe Fegan, Rûkiye Vakifahmetoglû, Gulîz Holago, Orhan Savaşçi, Kûtay Dogan, Husamettîn Ûtkûtûg, Hîlal Altan, Behçet Holago, Yaşar Ogûz, Erol Aydin, Huseyîn Onûr û Îhsan Dogan hene.
Îmzekaran bang li hemû Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swêdê dijîn kirin ku destekê bidin kampanya wan dane destpêkirin û dengê xwe di hilbijartinan de bibin HDP'ê.