Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ku demek dirêj bû ji bo têkoşîn azadiya Kurdan têdikoşiya, li Ewropayê jiyana xwe ji dest da.
Siyasetmedarê Kurd ê di nava siyaseta Kurd de ji nêzîk ve tê nasîn û di heman demê de yek ji damezrênerê HADEP û DEHAP’ê ye ye, li bajarê Insburgê yê Awisturyayê piştî pîrozbahiya 15’ê Tebaxê dawî li jiyana xwe anî.
Kavak beriya dawî li jiyana xwe bîne nameyek li pey xwe ji bo heval û malbata xwe hişt. Kavak di nameya xwe de ragihand ku encex dikare ewqas li ber jiyana xerîbiyê li ber xwe bide û ji gelê Kurd xwest ku wî bi awayeke rast fêm bikin û xwedî lê derbikevin. Piştî karên otopsiyê, tê payîn ku cenazeyê Kavak bibin bajarê Zuricha Swîsreyê.
Cemal Kavak demek dirêj li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê xizmeta têkoşîna azadiya gelê Kurd kir û di heman demê de yek ji damezrênerên HADEP û DEHAP û serokê her du partiyan ê Stenbolê bû. Ji ber zext û cezayên li hemberî xwe, di sala 2006 çû Swîsreyê.
Cemal Kavak demek dirêj xebatên xwe yên siyasî li Ewropayê meşand û demekê li Franseyê jî hate girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket jî careke din dest bi xebata xwe ya siyasî kir.