Sirri Sureyya Onder ê di nav heyeta HDP’ê ya li Girava Îmrali bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, cih digire got ku Ocalan peyama Newrozê radestî wan kiriye û roja Newrozê wê parve bikin.
Sirri Sureyya Onder ê di bultena nûçeyan a televîzyona Med Nûçe de axivî diyar kir ku îro bi Ocalan re hevdîtineke 4 saetan pêk anîne. Onder anî ziman ku Ocalan name qedand, radestî wan kir û naveroka nameyê wê roja Newrozê li Amedê parve bikin.
Onder her wiha got ku di hevdîtinê de xebatên têkildarî Heyeta Şopandinê û rewşa siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê jî hatiye rojevê.