Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn îdîa kir ku tu ziyana gaza CS ji bo tenduristiya mirovan tune ye û heta niha tu kes ji ber vê gazê nemiriye. Lê beriya niha gelek caran bi belgeyan hatibû piştrastkirin ku artêşa Tirk li hemberî gerîlayan gazên kîmyewî bi kar aniye. Beriya niha Enqereyê li xwe mikur hatibû ku di destê wan de bombeyên CS hene û soza tunekirina wan dabû OPCW’yê. Lê heta niha tu kesê kontrol nekir ka Tirkiyeyê vê soza xwe bi cih anî an an.
Ev gaza CS, her dim dibe sedema bêhnijîn, tengbûna nefes û kûxîna zêde. Dema zêde hat karanîn û di cihên girtî de hat karanîn di bie semdema mirinan. Lê dîsa jî polîsên Tirk di her xwepêşandanên demokratîk de bi kar tînin. Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn jî îdîa dike ku ev gaz ji madeyên xwezayî pêk tê û nabe sedema mirinan.
Parlementerê CHP’ê yê Kiriklarelîyê Mehmet Kesîmoglû der barê karanîna bombeyên gazê ji aliyê polîsên Tirk ve, pêşniyarpirsek da Meclîsê û Wezîrê Navxweyî Naîm Şahîn bersiv da pêşniyarpirsê û dîa kir ku tu ziyana gaza CS ji bo tenduristiya mirovan tune ye û heta niha tu kes ji ber vê gazê nemiriye.
11’Ê GULANA 1999 BILIKAN
Di 11’ê gulana sala 1999 li gundê Bilikan ê navçeya Silopî ya Şirnexê, leşkerên Tirk di şerê li hemberî gerîlayan de bi dehan windahî da. Piştî wê artêşa Tirk cihê ku gerîla lê bûn dorpêç kir û li hemberî gerîlayan çekên kîmyayî bi kar anî. Di encamê de 20 gerîlayên ARGK’ê jiyana xwe ji dest dan.
Di dîmenên ku di Roj Tv de hatibûn weşandin de, leşkerên Tirk şkeftek li nêzî gundê Bilikan bombebaran dikin. Piştre cenaze ji şkeftê derdixin. Rayedarek dibêje ku çekên kîmyayî li ser van cenazeyane hatine bikaranîn. Vê yekê bi van gotinan dibêje ;“Şervanê Kangala Sêwasê. Ev birîndar bû. Ev welatî jî ji Sûryeyê ye. Li jêrê jî 6 jin hene. Ji ber ku leşkerên me gaz û bombe avêtine hundir, nikarin biçin hindûr, ji ber jehrîbûnê. Lê dîsa jî weke lehengan dikevin hindûr. Cenazeyan ji şkeftê derdixin. Li hindûr 7 jin hene. Bi giştî 13 cenaze hene. ”
ALMANYA GAZÊ FIROTIBÛ
Heyva Sor, hin parçeyên bombeyên li herêma pevçûnê dîtibûn, dabûn nûçegihana/ê kanala dewletê ya Alman ZDF’yê. Piştre ev parçeyên bombeyan ji aliyê Zanîngeha Munîhê ve hatibûn lêkolînkirin. Beşa Tiba Edlî ya Zanîngehê piştrast kiribû ku di nava bombeyên gaza CS hene.
Kanala ZDF’ê bûyerê anî ser ekranên xwe û hatibû diyarkirin ku şîrketa Alman Buck & Depyfag van bombeyên tîpa RP707 di sala 1995 firotiye Tirkiyeyê. Li gorî Peymana Çekên Kîmyewî ya sala 1997, Tirkiye dê van bombeyan tenê di xwepêşandanan de bi kar bianîbûya. Karanîna wan di pevçûnan de qedexe bû.
ENQEREYÊ GOT ‘EM Ê TUNE BIKIN’ LÊ NEHAT KONTROLKIRIN
Li gorî rapora di îlona 2011 de ji aliyê Zanîngeha Bradford a Înglîzan ve hat amadekirin, hin agahiyên nû yên der barê vê gaza kujer de hene. Li gorî raporê, Saziya Enstîtuya Mekîne û Kîmyeyê bombeyên CS yên 120mm kalîbereyî hilberandine û hema firotine welatên cîhanê. Gaz, di fuareke leşkerî ya li bajarê Kapstadt a Efrîkaya Başûr de hatibû nîşandan.
Di raporê de tê diyarkirin ku nunerê Tirkiye yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmewyî (OPCW) Ugur Dogan, di nivîsa di 25.02.2011 de nivîsand de, her çendî Tirkiye baş dizane ku karanîna van çekan qedexe ye, lê belê van gazan hildiberîne û bi kar tîne. Nunerê Tirkan da diyarkirin ku dê ev bombe di tesîsek a li Enqereyê de bên tunekirin.
Mufetîşê çekên biyolojîk ên Neteweyên Yekbûyî û Parlementerê Partiya Çepgir a Alman Dr.. Jan van Aken diyar kir ku heta niha nayê zanîn ev bombe hatine tunekirin an na. Dr. Aken ji bo lêkolînkirina bûyera Geliya Tiyarê ya di 22-24’ê Cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk hat û di encamê de 36 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, lêkolîn bike çûbû herêmê û ji ber gumanên xwe serî li OPCW’yê dabû.
'BILA OPCW BOMBEYÊN DESTAN ÊN CS LÊ BIKOLE'
Ji damezrênerên Navenda Lêkolînên Çekên Bîolojîk a Zanîngeha Hamburgê Dr. Aken bal kişand ku konsantrasyona gaza CS zêde û bi taybet ger di cihên derdora wê girtî de bê karanîn, dikare kuştinê jî bi xwe re bîne. Dr. Aken ji OPCW’yê xwest ku lêkolîn bike a Tirkiyeyê bombeyên CS tune kiriye an na û ev bang kir:
"Li gorî madeyên peymana CWC yê der barê tunekirina çekan de, divê tunekirina çekan di bin çavdêriya aliyên navneteweyî pêk bê.."