Şêwirmendê Sarkozy bi 400 hezar Euro hat girtin
Şêwirmendê Sarkozy bi 400 hezar Euro hat girtin
Şêwirmendê Sarkozy bi 400 hezar Euro hat girtin
Sefîrê Iraq û Tunusê yê berê yê Fransayê Borîs Boîllon, bi 400 hezar euro dema derbasî Belçîkayê dibû hat girtin. Boîllon ku yek ji şêwirmendê berê yê Nîcolas Sarkoyz bû, nayê zanîn ku pere ku ji girtiye û gumanên der barê paşeroja wî ya têkiliyên qirêj yên dîplomasî û siyasetê zêde dike.
Li gorî nûçeya bi belge ya di malpera Medîapart de hat weşandin de sefîrê Tunusê Borîs Boîllon îro li Parîsê dema diçû Brukselê li gara trenê ya Gare du Nord hat sekinandin. Polîsan li ser Boîllon ku nasnameya wî jî pêre tunebû, 350 hezar euro û 40 hezar dolar pere dîtin.
Hat diyar kirin ku Boîllon ji ber ku di çûyîna derveyê welat de lîmîta 10 hezar euro ya pereyê qanûnî derbas kiriye, kirine bin lêpirsînê. Di nûçeya Medîapart de ku xwe gîhandine belgeyên lêpirsînê de, tê gotin ku Boîllon ev pere ji şîrketên Iraqê ku jê re şêwirmendiyê dike, girtiye. Di nûçeyê de tê gotin ku Boîllon gotiye, wî ji ber kêmasiyên pergala banqevaniyê ya Iraqê ev pere bi destan girtiye. Hat gotin ku pereyê ku Boîllon ji Parîsê girtiye, ji bo buroya xwe ya Brukselê ya şîrketa Spartago ya şêwêrmendiyê veke, derbasî Belçîkayê dibû.
Her wiha li pirsa ku çima tu bê nasname digerî jî Boîllon wiha gotiye: “Ji ber stresa pereyê zêde, min nasnameya xwe li malê jibîr kir.
BI SARKOYZ RE BILIND BÛ
Borîs Boîllon bi taybet bi têkiliyên xwe yê cîhana Ereb tê nasîn. Li Cezaîrê, di sala 1969’an de zarokê malbateke Fransî hat dinê û erebî pir baş dizane. Li ser zanista siyasî û şaristaniyên Rojhilat perwerde dît. Di sala 1998’an de şêwirmendê Wezareta Karê Derve kir. Di navbera 1999-2001’ê de di mijarê polîtîka û ewlehiyê de wek redaktor xebitî. Li sefaretxaneyê Cezayî û Kudusê wek dîplomat xeibtî û di 2007’an de bû şêwirmendê wezîrê karê Hundir Nîcolas Sarkozy.
Heman salê Sarkozy bû serokomar û Borîs jî bû şêwirmendê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê. Di sala 2009’an de bû sefîrê Bexdayê. Di sala 2011’an de ket cihê sefîrê Tunusê.
Boîllon bi Muammer Kaddafî re têliyên baş danî. Boîllon dema sefîrê Bexdayê bû, diyar kiribû ku bazareke mezin ya 600 mîlyar euro ya Iraqê heye û diyar kiribû ku piştgiriya wî ji bo zêdebûna bazara welat heye.
Girtina Boîllon ya bi pereyekê zêde dîsa pozîsyona dîplomatên Fransayê ya bi welatan re anî rojevê. Berê skansalên nelêrtiyê yên Clearstream û Karaçî hatibûn rojevê û sala borî derketibû holê ku Nîcolas Sarkozy ji bo kampanyaya hibijartinê ji Muammer Kaddafî alîkariya aborî xwestiye.