Serfermendarê Tirk bi israre ‘helîkopter nehate xistin’!

Serfermendarê Tirk bi israre ‘helîkopter nehate xistin’!

Serfermandarê Tirk Necdet Ozel helîkoptera ku li navçeya Geverê HPG’ê got, ‘me xistiye’ îdîa dike ku, ji ber erza teknîkî ketiye û gef li çapemeniyê xwar: “Em yên van nûçeyan çêdikin şermezar dikîn.”

Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Orgeneral Necdet Ozel tevlî merasima cenazeyê Astsûbay Ahmet Çaglar yê li Mizgefta Kocatepe ku di helîkoptera li navçeya Gevera Colemêrgê ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatibû xistin bû. Ozel li ser pirsa rojnamevana ya derbarê ketina helîkopterê de îdîakir ku, nûçeyên derbarê xistina helîkopterê de derewin û got; “ nûçeyên derbarê xistina helîkopterê de di çarçoveya propagandaya rêxistinê de ne. Helîkopter ji ber erizeyek teknîkî ketiye. Em yên van nûçeyan çêdikin şermezar dikîn.”

HPG’ê ragihandibû ku, di 22’ê Tîrmehê de helîkoptera skorsky ji li navçeya Gevera Colemêrgê ketî ji aliyê gêrîlayên me ve hatiye xistin. Di bûyerê de 8 leşker miribûn û 7 jî birîndar bibûn. Rojnameya Sabahê jî di nûçeya îro derbaz kirî de ragihandibû, dema helîkopterê xwest dane, ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve bi bombeya komandoyê ji dûr ve hatiye xistin.