Şêniyên Stenbolê piştgirî dan gelê Farqînê

Li gelek navçeyên Stenbolê gel li hev kom bû û êrîşên hêzên dewletê yên li ser gelê Farqînê şermezar kir.

Li gelek navçeyên Stenbolê gel li hev kom bû û êrîşên hêzên dewletê yên li ser gelê Farqînê şermezar kir. 

Li navçeya Farqînê êrîşên hêzên dewletê di roja 10'an de berdewam kirin. Nerazîbûnên li dijî êrîşa dewletê jî zêde dibe. 

Gelê kurd li navçeyên Esenyurt, Şişli, Sultangazi, Kagıthane, Çekmekoy, Sultanbeylî, Bagcilar û Avcilarê yên Stenbolê daketin kolanan û êrîşên hêzên dewletê yên li ser Gelê Farqînê pêk tên şermezar kir. 

Gelê daketin kolanan gelê Farqînê silav kir û piştgirî da berxwedana Farqînê. Li taxa Gaziyê jî meşek girseyî hat lidarxistin. Polîsan li pêş Cemxaneya Gazî êrîşî girsê kir û pevçûn derket.