Sarûhan Olûç: Gel xwedî li îradeya xwe ya siyasî derket
Olûç anî ziman, ku Kongreya Asayî ya 5'emîn a HDP'ê bi tevlîbûn û coşeke mezin derbas bû û got, "Gel xwedî li îradeya xwe derket. Me hêza xwe careke din nîşanî dost û dijminan dan."
Olûç anî ziman, ku Kongreya Asayî ya 5'emîn a HDP'ê bi tevlîbûn û coşeke mezin derbas bû û got, "Gel xwedî li îradeya xwe derket. Me hêza xwe careke din nîşanî dost û dijminan dan."
Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hakki Sarûhan Olûç li ser Kongreya Asayî ya 5'emîn a HDP'ê axivî ku çend roj berê bi dirûşma 'Çareserî bi me re ye' hate lidarxistin.
Olûç anî ziman ku tevlîbûna li kongreyê li gorî şert û mercên heyî yên giran gelekî baş bû û got, "Li gel zext û zordariyê jî gel xwedî li îradeya xwe ya siyasî derket û tevlî kongreyê bû. Coş û kelecaneke mezin tevlî kongreyê kir."
Olûç işaret bi girîngiya kongreyê kir û got, "Li aliyekî doza girtinê û doza kûmpasê ya Kobanê dewam dike. Li aliyê din jî Tirkiye ketiye pêvajoyeke hilbijartinê. Lewma ev kongre diviyabû ji bo her kesî kongreyeke peyamdayinê bûya. Me di vê der barê de amadekariyek kiribû. Bi rastî jî hem ji muxalefetê re hem jî ji desthilatdariyê û civakê re peyamên me hebûn. me hewl dan wan peyaman bi rengê herî xurt nîşan bidin."
JI BO AVAKIRINA DEMOKRASIYÊ, TIFAQA DEMOKRASIYÊ
Olûç destnîşan kir ku wê Tifaqa Demokrasiyê dema bê xurtir bikin û got, "Dema ku me qala Tifaqa Demokrasiyê kir, tişta ku destpêkê hate bîra mirovan hilbijartin bû. Hilbijartin bêguman girîng e. Lê belê mebesta me ji Tifaqa Demokrasiyê ne tenê hilbijartin e. Em vê tifaqê ji bo pêvajoya piştî hilbijartinê jî difikirin. Ji ber ku eger li Tirkiyeyê wê guhertineke desthilatdariyê pêk were, eger wê demokrasî bê avakirin û komara demokratîk bê damezrandin, hingî divê Tifaqa Demokrasiyê xurt be. Hem li meclîsê divê xurt be hem jî ji bo têkoşîna li derveyî meclîsê divê xurt be."
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ NE TENÊ MESELEYA GELÊ KURD Û HDP'Ê YE
Sarûhan Olûç têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got, "Bi dîtina me ev rewş li derveyî mirovahiyê ye. Astengkirina hevdîtinên Birêz Ocalan ên bi malbatê re rewşeke li derveyî mirovahiyê ye. Her wiha li dijî hiqûqê ye. Tevî ku parêzer her hefteyê serlêdanê dikin, destûra hevdîtinê ji wan re nayê dayin. Hem Birêz Ocalan hem jî hevalên li gel wî divê karibin parêzer û malbatên xwe bibînin."
Olûç ragihand ku hêzên demokrasiyê, partiyên siyasî, civak, muxalefeta civakî yên li Tirkiyeyê divê vê mijarê di çarçoveya nîqaşên li ser hilbijartinê de nenirxînin, mesele meseleyeke siyasî ye û pêwendiya xwe bi çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd heye.
Olûç got, "Lewma girîng e ku tecrîd bê rakirin û parêzer û heyetên siyasî karibin pê re hevdîtinê bikin. Ev ne tenê meseleya gelê Kurd û HDP'ê ye."
'EM MIFTEYA ÇARESERIYÊ NE'
Olûç têkildarî kongreyê got, "Dema ku em dibêjin; çareserî em in, em qala hemû pêkhateyên HDP'ê, tifaq, hilbijêr, gelê Kurd, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dikin. HDP hêza ji bo avakirina demokrasî û çareseriyê ye. Me ev yek hem ji desthilatdariyê hem jî ji muxalefetê re bi zelalî gotin; eger hûn xeyala wê yekê dikin ku Tirkiyeyê bêyî HDP'ê, bêyî Kurdan ava bikin, vê kongreyê nîşanî we da ku ev xeyala we rasteqîn nîne."
Olûç got, "Ji helwesta li salonê heta bi dirûşmên hatin qîrîn, nêzîkatî û sekna bi biryar raxist pêş çavan ku HDP hêvî ye û ev peyam da desthilatdarî û muxalefetê."
'ME HÊZA XWE NÎŞANÎ DOST Û DIJMIN DAN'
Serokwekîlê koma HDP'ê Sarûhan Olûç destnîşan kir ku Kongreya Asayî ya 5'emîn a HDP'ê gelekî girîng e û herî dawî got, "Me ruhê 8'ê Adarê, Newrozê û 1'ê Gulanê gihandin kongreyê. Armanca me jî ji xwe ev bû. Me xwest peyamê bidin wan hêzan ku dixwazin HDP'ê bigirin, dixwazin temsîla demokratîk a gelê Kurd û siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Me peyam dan hem muxalefetê hem jî desthilatdariyê. Me careke din hêza xwe nîşanî dost û dijminan dan."