Şaredarê AKP'yî ranteke mezin pêşkêşî malbata xwe kir
Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê yê AKP'yî Nîhat Çîftçî, ji bo herêmên erseyên malbata wî lê ne, destûra çêkirina avahiyên bilind da. Di encama vê yekê de buhayê van erseyan bi 4 qatan zêde bû.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê yê AKP'yî Nîhat Çîftçî, ji bo herêmên erseyên malbata wî lê ne, destûra çêkirina avahiyên bilind da. Di encama vê yekê de buhayê van erseyan bi 4 qatan zêde bû.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê yê AKP'yî Nîhat Çîftçî, bi rêya Wezareat Bajarvanî û Hawirdorê, qanûna çêkirina avahiyên ji 2 qatan li herêma nêzî daristanê ya li navçeya Karakopru guhert û destûra çêkirina avahiyên ji 2 qatan bilindtir da. Şaredarê AKP'yî yê mora xwe avêt binê ranteke mezin, wê rê li ber têkbirina ekolojîk veke.
BUHAYÊ ERSEYÊN MALBATA ÇÎFTÇÎ JI SEDÎ 400 ZÊDE BÛ
Rant û karên ne li rê yên AKP'yiyên ji sala 2002'an û vir ve li ser desthilatdariyê ne, her dewam e. Şaredarê Bajarê Mezin ê AKP'ê yê Rihayê Nîhat Çîftçî bi tenê yek ji van kesên di bin sîwana AKP'ê de tevlî karê rantê bûye. Çîftçî ji bo erseyên malbata xwe yên li quntara daristana li navçeya Karakopru ya Rihayê, bi rêya Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê destûra çêkirina avahiyên ji 2 qatan bilindtir wergirt û bi vî rengî mora xwe danî binê ranteke mezin.
Bi wergirtina vê destûrê re buhayê van erseyan, ku berê metreçargoşeyek 300 TL bû, niha bûye hezar TL. Bi vî rengî nirxê erseyên malbata Çîftçî ya li ser 400 donim erdî ye, ji sedî 400 zêde bû.
JI BO RANTÊ, EKOLOJIYÊ QETIL DIKE
Bi avahiyên bilind ên li kêleka vê qada daristanî werin çêkirin re, wê ekolojî zerareke mezin bibîne. Bi vî rengî wê pêşî li daristanê were girtin û ev daristana ku depoya oksîjenê ya navenda bajarê Rihayê ye, bê qetilkirin. Ji bo ku zerarê nede qada oksîjenê, li erseyên kêleka daristanan, destûra bi tenê çêkirina xaniyên ji 2 qatan tê dayîn.