Rêxistina herî kevnar a gelên Asurî-Suryanî-Keldaniyan, Rêxistina Demokratîk a Asuriyan, 55’emîn salvegera xwe bi civînekê li navçeya Södertälje ya paytexta Swêd Stockholmê pîroz kir.
Civîna ku li Dêra Ortodoks a Suryaniyan hat lidarxistin nêzî 150 kes beşdar bûn, bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya bindestan jiyana xwe ji dest dan dest pê kir.
Helbestvanên navdar ên Suryaniyan Touma Yousef ve Arbelina Kanoun helbest xwendin, hunermendên Suryanî Ninib Abdellahad Lahdo û Îlono Danyo stranên Suryanî gotin û nunerên gelek rêxistinên demokratîk ên li Rojhilata Navîn beşdar bûn.
Nunerê Swêdê yê Rêxistina Demokratîk a Asuriyan Saît Yildiz, di civînê de axaftinek kir û bûyer û geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn nirxand. Yildiz bal kişand ku divê Asuriyên Sûriyeyê ji bo bigihin mafên xwe, bi gelên dên Sûriyeyê re hevkariyê bikin.
Saît Yildiz piştî civînê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku li hemberî Pan Arabizma ku bi armanca asîmlekirina Asurî û Kurdan hatibû pêşxistin, ji bo parastina mafên gelê Sûryanî ev rêxistina wan hatiye avakirin.
Yildiz diyar kir ku ew dixwazin li Sûriyeyê hemû gelên li herêmê bi hev re weke bira bijîn. Yildiz got ku ji ber vê jî wana weke Rêxistina Demokratîk a Asuriyan beriya 4 mehan bi Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê de peymanek mor kirine. Bal kişand ku ev peyman dê lihevnekirinên di nava her du gelan de ji holê rabike û dê nêzîkê hev du bike.