‘Salîha Aydenîz îradeya me ye’

Di daxuyaniya li ser rakirina mafê destnedayînê yê Salîha Aydenîz a li Stenbol û Semsûrê hat dayîn de, wiha hat gotin: “Jinên Kurd wê faşîzmê têk bibin, Salîha Aydenîz îradeya me ye.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo protestokirina rapora bi armanca rakirina mafê destnedayînê Hevseroka Giştî DBP’ê Salîha Aydenîz ji aliyê Komîsyona Amadekirinê ya Meclîsê ve hat amadekirin, li ber Şêwirgeha DBP’ê ya Stenbolê ya li Beyoglûyê daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de pankartê “Salîha Aydenîz vîna jinan û parlamentera gelan e, wê jin faşîzmê hilweşînin” nivîsandî hat vekirin, jinan dowîzên ‘Berxwedan jiyan e’, ‘Bijî têkoşîna jinan’, ‘Ez jin im, Kurd im, li vir im’ nivîsandî hilgirtin û li ser hev diruşmên ‘Bijî têkoşîna jinan’ berz kirin.

Birêvebira Şêwirgeha Stenbolê ya Navenda Giştî ya DBP’ê Dîlara Kiliçkiran xwend.

 ‘HÛN BI JINÊN KURD NIKARIN’

Aktîvîsta TJA’yê Guldem Dogan a di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku bi mehan e kampanyayeke ricimkirinê berpêyî Salîha Aydenîz tê birêvebirin û anî ziman ku kengî deshilatdariya AKP-MHP’ê bikeve tengasiyê têkoşîna jinan ji xwe re dike hedef. Dogan di dewama axavrtina xwe de got ku Salîha Aydenîz vîna jinan e û hikûmet bi jinên Kurd nikare.

‘DESTHILATDARÎ TENGEZAR E’

Birêvebira Şewirgeha Stenbolê ya DBP’ê Dîlara Kiliçkiran piştre axivî, bi lêv kir ku tengezariya desthilatdariyê li hember jin û gelê Kurd ku aktorên dînamîk ên mixelefeta demokratîk in li ber çavan e.

DARBE LI ÎRADEYA MECLÎSÊ DAYÎN E

Kiliçkiran îşaret bi wê yekê kir ku desthilatdarî li hember Meşa Gemlîkê ya gel a li dijî tecrîdê şaşomaşo bûye û derbirî ku ji ber Salîha Aydenîzê bertek nîşanê êrîşa polîsan daye bûye hedef û wiha got: ‘Fezleke bi fermana Erdogan hat amadekirin. Her êrîşeke berpêyî wekîlên me, derbeyek e li îradeya meclîsê.”

Kiliçkiran axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘Ên ku mafê destnedayînê yê Salîha Aydenîzê û yên dengê xwe ji hewildanê re nakin bila bizanin ku we êv tarîtî serê her kesê bixwe. Banga me li xelkê demokrasîxwaz ew e ku dengê xwe ji faşîzmê re bilind bikin û bi me re têbikoşin.”

LI SEMSÛRÊ JÎ BERTEK HAT NÎŞANDAN

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê jî bi armanca nîşandana bertekê li dijî rakirina mafê destnedayînê yê Salîha Aydenîzê li avahiya xwe ya bajêr daxuyanî da çapemeniyê.