Di sala 1984 de mirin zor bû. Gelê Kurd di dîroka xwe de di sala 1984’ê de du stêrkên xwe yên geş wenda kiribû. Yilmaz Guney di 9’ê îlonê de li Parîsê, Cigerxwîn di 22’ê cotmehê de li Stockholmê çavên xwe li jiyanê girtibûn. Dîsa li her du bajarên xerîbiyê du êirinên din ên piştî sala dubare bûn. Di 16’ê mijdara 2000 de Ahmet Kaya li Parîsê û Mahmut Baksî di 19’ê berfanbara 2000’ê de li Stochkolmê.
Di 11’ê tebaxa 1984’ê de Serokê DYA’yê Ronald Reagan di mîkrofona vekîr ya dihat ceribandin de got “Em ê di nava 5 deqeyan de Sovyetan bombebaran bikin. Di wan rojan de Rojava û Rojhilat berê lûleyên topên xwe dabûn hev. Ev “heneka beredayî” ya Reagan mohra xwe li tebaxa 84’ê xist.
Kovara Alman Der Spiegel bi sernavê “Henek û tehdît” û Time jî bi wêneyek ê bejna altetê reşik Carl Lewis ê ku di olîmpiyatan de 4 madalya wergirt derketibûn. Lê stêrka girîng a salên 80’yan reşikê ku dê di piştgirî bidaya têkoşîna azadiya gelê Kurd- Sermetranê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tutu bû. Di sala 1984’ê de Tutu Xelata Aşitiyê ya Nobelê wergir û ev yek jî pêngava destpêkê ya têkçûna rejîma Apartheid bû.
Li beşek din a erdnîgariya cîhanê, di wan salan de li navçeyeke biçûk a Kurdistanê ya ku kesê pêwîstî pê nedidît ew di nava nexşeyê de jî bi cih bikin, navçeya Dihê hebû. Di 15’ê Tebaxa 1984’ê komek milîtanên Kurd di bin fermandariya fermandarê gerîla Mahsum Korkmaz (Egîd) ê 28 salî de, gule li tarîtiyekê din xistin. Bi ya nivîserên dîroka Tirkan ew şev “29’emîn Serhildana Kurdan” dest pê kiribû.
Lê ya li Kurdistanê dîrok vedigeriya. Bê guman ew ên ku gule 15’ê Tebaxê teqandin, piraniya wan, dibe ku hemûyan jî vê têkoşîna domdirêj a di dîroka Kurdistanê de nedîtin. Hin nivîserên din ên dîrokê jî dê Egîdê Kurd bişibanda Che Guevara û fermandar Giap ê Vîenamî.
Nexweşiya astimê ya Che hebû û heman nexweşî bi Egîd re jî hebû. Hevalê wî Dûran Kalkan di bîranînên xwe de dibêje; “ Min bi xwe dît ku hevalê Egîd tu caran êş û jana di lingên xwe de ji xwe re nekir astengî û bi saetan meşiya.”
Ji her sê fermandarên gerîlayan Giap, Che û Egîd, bê guman ê bi şans Giapê ku dê di 25’ê tebaxê de 101’êmîn rojbûna xwe pîroz bike ye. Wî li derveyê eniyê, li ser maseyê girover dest dabû destê dijminê xwe. Di sala 1995’ê de fermandarê gerîlayan Giap li rastî Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Robert McNamara hat û pirsa guleya yekemîn a di sala 1984’ê de gerîlayên Vîetnameê li Kendava Tonkînê teqand pirsî. Dijminê berê got “Li wir çi bû?”, Gîap bersiva “tiştek nebû” da.
Dema mirov dibêje 1984, bê guman romana “1984” a George Orwell tê bîra mirov. Nayê zanîn ka çima ev nav daye pirtûka xwe, lê ev pirtûk di sala 1949’ê de nivîsandiye. Sedema çima şerê gerîlayên Kurdistanê di sala 1984’ê de dest pê kir jî , di 28 serhildanên din ên Kurdan de veşartî ye.