Şahidan komkujiya Lîce vegotin

1'emîn rûniştina doz Komkujiya Lîce ya ji Amedê birin Îzmîrê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê destpê kir.

1'emîn rûniştina doz Komkujiya Lîce ya ji Amedê birin Îzmîrê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê destpê kir. Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Eşref Hatîpoglu û Serpêl Tunay Yanardag ên di dozê de tên darizandin tevlî rûniştinê nebûn.Di rûniştinê de şahidên komkujiyê û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan komkujî vegotin. Şahida Komkujiyê Mizgîn Canturk diyar kir ku li ber çavên wê îşkence li bavê wê yê birîndar kirin. Seyîthan Canturk jî diyar kir ku berî bûyerê leşkerekî ji wî re got, "Mala xwe ji vir bibe em ê we bişewitînin."

Têkildarî Komkujiya Lîce ya sala 1993'an de pêk hat û piştî 20 sal şûnde li Amedê doz hate vekirin û piştre birin Îzmîrê dest bi darizandinê kir. Yekemîn rûniştina dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê destpê kir. Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Eşref Hatîpoglu û Serpêl Tunay Yanardag ên di dozê de tên darizandin û cezayê muebetê jê tê xwestin tevlî rûniştinê nebûn. Di rûniştinê de parêzerê malbata Tuggeneral Bahtiyar Aydin ê hat kuştin, parêzerên kesên hatin qetilkirin û xizmên wan tevlî rûniştinê bûn. Parêzera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, endamên Platforma Lêgerîna Edaletê ya Lîce, Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê jî tevlî rûniştinê bûn. Piştî tesbîta nasnameyan rûniştinê destpê kir û parêzeran bertek nîşanî bersûc tevlî rûniştinê nabin û her tim doz tê neqilkirin dan.

Di rûniştinê de guhdariya şahidên komkujiyê hate kirin. Prz. Yunus Muratakan navê 1500 kesên ji ber komkujiya Lîceyê mexdûr bûn pêşkêşî dadgehê kir. Li ser navê malbatên mexdûr Zeynep Sedef Ozdogan mafê axaftinê girt û diyar kir ku doz, ji ber dozeke polîtîk e neqîlî Îzmîrê hate kirin û ev yêk li dijî hiqûqê ye. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî wiha got: "Mixabin doz têkildarî binpêkirina mafên jiyanê zêde nehate lêpirsînkirin. 20 salan ev lêpirsîn hate îxmalkirin. Delîl nehatin komkirin û rojek ji bo doz demborî bibe doz hate vekirin. Divê ev doz li Amedê bê dîtin."

Elçî diyar kir ku li gorî peymanên navneteweyî divê doz li Amedê bê dîtin û wiha axivî: "Li Edliyeya Amedê dozên gelek girîng hatin dîtin. Di wan dozan de serheng hatin darizandin û dozê bi sedan kes lê hatin darizandin hatin dîtin. Heya niha li hemberî ti kesî êrîş çênebûne. Tu rewşên ewlehiya bersûcan bêxe tehlukeyê derneketin e. Divê di sûcdariyên wisa de darizandin li cihê bûyerê pêk bê. Dozên wisa tên neqilkirin ji heyeta dadgehê re peyamekê didin. 20 sal şûnde bersûc li hemberî dadgehê nîn in û hesabê nadin. Baweriya me bi nexweşiyê nayê. Ji edaletê direvin. Heke bersûc nebin darizandin jî çênabe."

HENEKÊN XWE BI ME DIKIN

Parêzer Yunus Muratkan di daxuyaniya ke têkîldarî pêvajoya dozê kir ev tişt anî ziman: “Henekên xwe bi me dikin. Xwê bi êşên muştekiyan dikin. Doz, dozeke girîng e. Li vî welatî di dema şer de mirov û xweza hatin qetilkirin. Em ji vê dadgehê naxwazin darizandine ji rêze bike. Ya ku em dixwazin ji bo li Tirkiyeyê aştî pêk bê, heqîqet derkeve holê û bi pêşerojê re rûbirûn çêbibe îradeyekê nîşan bide.”

‘BI BIRÎNDARÎ ÎŞKENCE LI BAVÊ MIN KIRIN’

Piştî axaftinên mexdûran îfadeyên xizmên mexdûran hate girtin. Ewil şahida komkujiyê Mizgîn Canturk axivî. Canturk wiha got: “Min li Lîce 3 xwîşk û birayên xwe winda kir. Heta dawî dozdar im. Ez şahida bûyerê me. Wê demê ez diçûm pola sêyemîn. Em li taxa ku ji bûyerê herî zêde zirar dît de bûn. Hem ji ber gulebarana leşkeran hem jî ji ber gulebarana helîkopteran ez di nîv saetê de çûm malê. Dema çûm mal êmin dît ku xwişk û birayên min hatibûn kuştin. Ez ketin hundirê hewzê. Sibetirê leşker hatin û bi îşkenceyê bavê min in çav kirin. Niha ev bersûc nikarin li ber çavên zarokên xwe mirîşkekî jî serjê bikin. Em di 17 saetan de hatin vir lê bersûc ne li vir in. Em li vir in, bersûc ne li vir in. Ez heta dawî dozdar im.”

‘MALA XWE JI VIR BIBE DÊ WE BIŞEWÎTININ’

Piştre jî ji şahidan Seyîthan Canturk axivî û wiha got: “Min wê rojê dengê çekan bihîst. Min dît ku li hundirê leşkeriyê çûn û hatinek heye. Min ferq kir ku tiştek heye. Wesayît hatin gulebarankirin. Kê kir, çi bû nizanim. Li hundirê taburê aloziyek hebû. Berê jî leşkerekî gotina ‘mala xwe ji vir bibin wê we bişewitînin’ anî bû. Luleyên leşkeran ber bi Lîce bûn. Gerîla gule berneda. Guleyên ku hatin avêtin ji tabura girtîgehê û polîsan dihat. Ez ketim çem û min xwe veşart. Bi vî awayî hatin qiraxa rê û li wesayîtê siwar bûm û ji Licê reviyam. Me beriya 15 rojan bihistîbû ku wê me bişewitînin. Min wesayît temîr dikir. Leşkeran wesayîtên xwe dianîn cem min, min ji wan bihîstibû. Dema bûyerê min PKK’ê nedît. 3 xwişk û birayên min hatin kuştin, çavê yekî kor bû. Mala min hate şewitandin, dikana min şewitî. Ez dozdar im.”

'PEVÇÛN TINEBÛ MAL GULEBARAN KIRIN'

Piştî Canturk, kurê Alî Şanli, Cavît Şnali yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku di roja bûyerê li wir bû û xwest tevlî dozê bibe, "Wesayîta polîsan derbas bû. Piştî wê mal hatin gulebarankirin. Dîsa cenderme û leşkeran gule reşandin. Pevçûn tinebû. Yekîneya komando li ser malan de gule reşandin."

'PÊWÎSTE ALÎKARÊ AYDIN WERE GUHDARKIRIN'

Piştî Şanli, şahidê komkujiyê Sadik Ergun û mexdûrê bi navê Muhammed Bayar diyar kirin ku ew ji bersûcan bi gilî ne. Piştî wê Îlham Bayar ê di bûyerê de birayê xwe winda kir mafê axaftinê. Bayar diyar kir ku kesê alîkariya Bahtiyar Aydin dikir Mesut Kaçkar pêwîst e were guhdarkirin. Piştî Bayar, mexdûrê bi navê Davut Akar axivî û got ku, "Dayika û birayên min xwe li axura ciranê me girtîbûn, mala me şewitî bû ez gilî dikim"

'JI BILÎ DOZGER WÊ TELEFONA KESÎ NEXEBITE'

Mexdûrê bi navê Yahya Yîgît diyar kir ku 23 sale ew benda edaletê ye û wiha got:" Di saet 08.30'an de ez çûm fermandariya cendermeyan ya navçê her tim telefonên wan çêdikir. Min dengê leşkerekî bihîst. 'Liîe qetil bikin wê we bikuje'. Sûk di carekê de hat valakirin. Li ser serê wan Yavuz Erturk hebû, çekên leşkeran serê sibê saet di 09.00 heya 23.00'an bêdeng nebûn. Du helîkopter û du balafir hebûn. Piraniya malan helîkopteran bombebaran kirin. Du tang hatin û Telekom bombe kirin. Min ev qol dîtin. Heke keşîf bê kirin ez ê nîşan bidim. Heya êvarî min 35 kes anîn Turk Telekomê. Midûr got ku telefonek naxebite. Midûr got, 'Leşker û polîsan got tenê wê telefonên wan bixebitin, telefona dozger jî hûn ê bibirin.' Leşkeran got, 'Ji vê PTT'ê tenê dengê telefonekê nayê' Ti kes nediket Lîce. Min Lîce baş dizanî. Cihê Aydin lê hatî kuştin jî ez dizanim. Ez dikarim terîf bikim." Yîgîtel anî ziman ku leşkerekî got, "Aydin ji aliyê çawişekî pispor ve hat kuştin" û navê çawişê pispor nizane. Yîgîtel da zanîn ku roj din hemû welatiyên Lîce li ber Midûriyeta Polîsan kom bûn û waliyê OHAL'ê  (Rewşa Awerte) yê wê demê Unal Erkan bi destê xwe yên îtîraz kirin yek bi yek got, "Ev terorîst e. Ev terorîst e" nîşan da û wiha axivî: "Berê malbat min şelandin pişt re şewitandin. Li navçeyê ti komên din ên cuda tunebûn. Ji mizgeftê ti kesî gule bernadan. Gule ji komandoyê dihatin. Fermandaran digot, 'An ji me ne yan jî hûnê bimirin' Em gelek ditirsiyan."