Rûyê veşartî yê MÎT'a Tirk li Biradostan

Xelkê herêma Biradostan divê li beramber endamên MIT’ê gelekî hişyar be. Xelk bi salan e hevdu nas dikin û kesên biyanî ku werin herêmê zû pê dihesin. Ji bo wê jî pêwîst e ev kesên bi vî rengî bi taybet ji aliyê xelkê ve werin deşîfrekirin û teşhîrkirin.

Ji sala 1990’an ve baregehên leşkerî yên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bi armanca dagirkeriyê xwe bicih kirine. Behaneya wan a esasî ew e ku qaşo li dijî PKK’ê şer dikin. Lê dema êrîşên li ser Şengal û Kerkûkê bi derketina DAÎŞ’ê re ket rojevê, diyar bû ku mijar ne PKK ye, mijar meşandina polîtîkaya qirkirinê li dijî gelê Kurd e. Dewleta Tirk hê jî wilayeta Mûsilê ango tevahiya Başûr mulkê xwe dibîne û ji bo wê jî her cure êrîşê ji xwe re rewa dibîne. Ji xwe piştgiriya hêzên derve û herêmî jê re heta astekê ku berjewendiyên wan nekeve xetereyê, heye. Dagirkirina Başûr tenê bi rêka çêkirina çend baregehên leşkerî nîne. Gelek aliyên wê yên çandî û polîtîk jî mijara qirkirinê ye. Em herêma Biradostan dizanin ku di dîrokê de her tim bûye cihê berxwedaniyê. Kurdan li vê herêmê ne tenê li beramber dagirkeriya netewe dewletan her wiha li dijî hêzên zilhêz ên wek Rûs û Îngilîsan jî li ber xwe dane. Ji bo berxwedaniya di vê xetê de bişkînin, gelek polîtîkayên taybet li dijî vê herêmê tê meşandin. 

Bi destpêkirina pîlanên dewleta Tirk a li ser herêma Biradostan, demek em jî vê herêmê ji nêz ve dişopînin. Tişta em dibînin ew e ku xelkê herêma Biradostan ji ber rabirdûya dîrokî gelekî ji hebûna hêzên derve bi taybet dewleta Tirk aciz û bê zar in. Her wiha ji ber nebûne xwedî siyasetek bi pîvan a neteweyî, hêzên herêmî bi taybet PDK jî rexne dikin ku ew bûne sedema çêbûna ewçend karesatên li ser vê herêmê. Bi salan e li vê herêmê di bin navê 'Em ê terorê xilas bikin!' dewleta Tirk bê perwa êrîş dike. Carnan bi xwe raste rast êrîş kiriye, carna jî xwe daye aliyekî û Kurd li beramber hev sor kiriye. Carna jî Kurd daye gel xwe û wisa bi ser tevgera azadiyê ve hatiye. Ev rûyê eşkere yê şer e ku bi awayekî leşkerî dimeşe û em dibînin. Lê mixabin rûyek gelekî veşartî û xetere heye ku bi salan e bi taybet li ser herêma Biradostan tê meşandin. Navendên îstixbaretên Îran, Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê di nava koordîneyek hevbeş de li vê herêmê taybet dixebitin. Di van demên dawî de ku liv û tevgera leşkerî ya Tirkan li Biradostan zêde bûye, paralel bi wê re jî hêzên MIT’ê dîsa di çarçoveya pîlanên qirêj de dixwazin herêmê bixin bin kontrola xwe. Ez ê çend nimûneyan bidim ji bo ku baştir were famkirin. 

Beriya niha ji xwe endamên MÎT yên di destê PKK’ê de li xwe mukir hatibûn ku çawa bi salan e xwe li Başûr birêxistin dikin. Ji xwe dema ew li Başûrê Kurdistanê li ser wezîfeyê bûn, hatin girtin. Şandina du endamên di asta jor a MÎT'ê de ji bo Başûrê Kurdistanê dide diyarkirin ka bê ev herêm çiqasî ji bo wan girîng e. Di halî hazir de bi taybet bi pîlana dagirkirina Başûr re, bi taybet li herêma Biradostan mirov rastî gelek endamên MÎT'ê tê. Agahiya em gihiştinê, hem xwe dispêre çavkaniyên herêmî hem jî çavkaniyên gerîlayan. Her çend hêzên vir ên herêmî, bi rêka bejahî destek nade artêşa Tirk lê belê bi awayên cur be cur piştgiriyek tam ji vê dagirkeriyê re heye. Endamên MÎT bi agahiya asayîşên herêma Biradost gelekî bi hêsanî derbasî herêmên parastina Medya dibin û dixwazin keşfa herêmê bikin. Bi taybet di dema ku balafirên keşfê li ser herêmê digere, ev endamên MÎT li herêmê di bejahiyê de keşfa herêmê dikin. Her wiha di gelek êrîşên hewayî yên li ser herêmê de hatiye dîtin ku ev endamên MÎT'ê li cihek dûr disekinin û balafiran koordîne dikin. 

Wek hûn jî dizanin xeta herêma Sîdeka yek ji xetên hatin û çûyîna Kolberên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye. Endamên MÎT'ê bi desteka hêzên herêmî, zextê li kolberan jî dikin ku rêyên ew dixwazin bikar neynin yan jî zêde hatin û çûyîna herêmê nekin, ji bo ku herêmê bixin bin dorpêçê. Di van demên dawî de hinek rêyên ku kolber bikar tînin, bi awayekî veşartî ji aliyê hinek hêzan ve tê girtin ku neyên bikaranîn. Her wiha di nava xelkê herêmê de jî hinek şûnewar tên diyarkirin ku xelk zêde xwe nêzî wan herêman nekin. Wer xuya dike ku hêzên dagirker di vê mijarê de lihevkirî ne. Ji ber herî zêde kuştina kolberan li ser vê xetê çêdibe! Ev jî rewşek tesadufî nîne. Ji bo kolber herêmên gerîla wek rêya xwe ya hatin û çûyînê bikar neynin çi ji destê wan tê dikin. MÎT'ên Tirk li herêmê cilên Kurdî li xwe dikin, cemedanî didin serê xwe, yan jî di qilifê şivanan de tevdigerin. Her wiha wek nêçîrvan yan jî bi mebesta ku qaşo hatine seyranê, rojane li herêmê keşfê dikin. Xelkê herêma Biradostan divê li beramber van endamên MIT’ê gelekî hişyar bin. Xelk bi salan e hevdu nas dikin û kesên biyanî ku werin herêmê zû pê dihesin. Ji bo wê jî pêwîst e ev kesên bi vî rengî bi taybet ji aliyê xelkê ve werin deşîfrekirin, teşhîrkirin, her wiha kesên bi wan re tevdigerin werin cezakirin. Bêguman cezayê xiyanetê li gel wîjdana xelkê Biradostan gelekî giran e û wê hesabê wê were dayîn.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA