Rûsyayê siyasetmedarê Kurd Gumuş radestê Tirkiyeyê kir

Rûsyayê siyasetmedarê Kurd Gumuş radestê Tirkiyeyê kir

Siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş ê ku di girtîgeha herêma transît a li Armavîr a girêdayî herêma Krasnadara Rûsyayê dihat ragirtin, ji aliyê Rûsyayê ve radestê Tirkiyeyê hat kirin.

Siyasetmedarê Kurd ê 58 salî, di 14’ê tîrmeha 2011 de li Komara Xweser a Adigeyê hatibû girtin û di 15’ê hezîranê de ji bo radestê Tirkiyeyê bikin şandin girtîgeha Tlustenhablê ya li herêma transît a li Armavir a Krasnadarê.

Mecît Gumuş ji ber nasnameya xwe ya Kurd û nêrînên xwe yên siyasî 15 sal di girtîgehên Tirkiyeyê de ma. Heta niha jî bi Madeya 125’emîn a Qanûna Ceza ya Tirk tê darizandin, bi vî awayî dê temenê xwe yê maye di girtîgehan de biqedîne.

Pıştî ku Dadgeha Maykop a Komara Xweser a Adigeyê biryara girtina siyasetmedarê Kurd da, Dozgerê Bilind ê Rûs xwest radestê Tirkiyeyê bê kirin. Dadgeha Bilind a Rûsyayê îtîraza parêzerên Gumuş red kiribû, lê parêzeran dozê biribûn ber destê Konseya Bilind a Dadgeha Rûsyayê. Beriya biryara konseyê, siyasetmedarê Kurd birin girtîgeha li herêma radestkirinê.

Gumuş ji ber dozên siyasî li Rûsyayê daxwaza penabertiya siyasî kir, lê ev daxwaz hat redkirin, piştî wê serî li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UCHCR) da. Lê Dadgeha Bilind a Rûs li benda Komseriya Bilind a Penaberan a NY û Dadgeha Mafê Mirovan (DMME) nema û bi hinceta ev yek karê Dadgeha Bilind a Rûs e, radestê Tirkiyeyê hate kirin.

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di hevpeyvîna xwe ya di 12’ê pûşperê de di ANF’ê de hat weşandin de der barê kuştina 3 milîtanên Çeçen de agahiyên balkêş der barê rejîma AKP’ê de û got; “Li Tirkiyeyê Çeçen hene. AKP dostaniya xwe ya bi wan re diparêze, lê diçe Rûsyayê û li ser Çeçenan bazirganiyê dike. Li nîva Stenbolê 3 milîtanên Çeçen tên kuştin û li beramberê vê yekê ji Rûsyayê dixwaze ku kesek ji me (PKK) radestê wan bikin. Bi van bazirganiyên qirêj mirov nikare pirsgirêkên civakî çareser bike. Xiyanetê li kesên li aliyê xwe bike û komployan li kesên dijberê xwe bike. AKP dê çawa bi vî mantiqî pirsgirêkê çareser bike. Niha Tirkiye ji Rûsyayê siyasetmedareke Kurd dixwaze. Dê Rûsya jî bide. Ez nizanim dê Pûtîn polîtîkayek wiha bike an na. Lê em hêvîdar in ku Rûsya nabe hevkara hesabeke eqwas qirêj. Ji ber ku bi rastî jî ev tiştek pir kirêt e. Ger Rûsya guh bide polîtîkayeke wiha tenê siyasetmedarek ê Kurdan jî radestê Tirkiyeyê bike, dê ev yek derbe li dostaniya Kurd-Rûsan bixe. Ev nêzîkatî ne li gorî pêkhate û kevneşopiya Rûsyayê ye jî. Ji ber wê jî ez bawer nakim ku Rûsya di lîstokek wiha de bileyîze.”

Di 16’ê îlona 2011 de, li Stenbolê 3 Çeçenên hemwelatiyên Federasyona Rûsyayê hatibûn kuştin. Hatibû îdîakirin ku têkiliya du ji van qûrbananbi teqîna di meha çile de li Balefirgeha Domodedova ya Moskowê pêk hat û têde 37 kesan têde jiyana xwe ji dest dan re heye.