Rûniştina ‘KCK’a Stenbolê bi astengiya parastinê destpê kir

Rûniştina ‘KCK’a Stenbolê bi astengiya parastinê destpê kir

Di yekemîn doza KCK’ê ya Stenbolê de astengiya li dijî parastinê didome. Destûr nedan parêzerên ku xwestin bi nasnameya ji aliyê baroyê ve jî hatî dayîn bikevin hundirê edliyeyê. Piştî hevdîtinan ji bo biryara navber, dadgehê navberek da rûniştinê. Parêzeran jî bêy ku kartê bigirin, telefonên xwe hêlan û ketin salona rûniştinê. Cendirmeyan girtek girtin.

Yekemîn doza KCK’ê ya Stenbolê ku 205 bersûc tên darezandin li Sîlîvriyê didome. Parêzerên ku di demjimêrên siharê de hatin edliyeyê, hatin lêgerîn û dema xwestin bi karta yaka bigirin hundir, li ber edliyeyê rawestiyan.

Di vê navberê de ji Baroya Navenda Mafê Parêzeran ya Stenbolê Omer Kavîlî û Serokê Şaxa ÇHD’ê ya Stenbolê Taylan Tanay jî di nav de şandeyek bi serokê dadgehê re hevdîtin pêkanî.

Lê belê hevdîtinê ti encam nedan. Di hevdîtinê de gotin Serokê Dadgehê ya “Li derve xwîn seran jî bibe min eleqedar nake” balkêş bû.

‘EZ JI DERVE NE BERPIRSYARIN’

Parêzeran daxwaza xwe di salona rûniştinê de jî pêşkêş kirin. Parêzer Adem Çalişçi da diyarkirin ku, muwekîlên wî yên di çarçoveya neçariya mudafîtiyê têne darezandin hene, ji ber ku hempîşeyên wî negirtine hundir bê parêzer mane. Serokê dadgehê ragihand ku, di vê mijarê de nikare tiştek bike, ji dervey salona rûniştinê peywira wî tuneye.

Parêzer Fîkret Îlkîz jî got, “Li gorî doz li vir didome, tenê gotinek ya we bese.”

Dadgehê piştî navbera dayiyê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê daxwaza parêzeran ya rakirina tedbîrên ewlekariyê ku li pêşiya parastinê dibe asteng rakin red kir.

DI DERBARÊ PARÊZERAN DE GIRTEK HATIN GIRTIN

Parêzeran li derve bêy ku kartên yakayê bigirin, telefonên xwe li baroyê hiştin û ketin avahiya edliyeyê. Lê belê parêzerên ku bi vî awayî ketin edliyeyê agahiyên nasnameyên wan girtin.

DERBAZÎ GIRTEKÊN KURDÎ BÛN

Di vê navberê de rûniştina ku di demjimêrên sibehê de destpê kir, heyeta dadgehê ji bersûcên serbest pirsî ku dema tespîta nasnameya dê bersiva Tirkî bidin yan na. Dema ku bersûcan bersiva ‘Na’ da, gotin “bikurdî axivî” mîkrofon ji dest girtin.