1'emîn rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi aloziyê dest pê kir.
Rûniştina doza 36 jê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 41 parêzerên girtî bi tevahî 50 kesên di 22'ê mijdara 2011'an de di bin navê doza KCK'ê de hatin girtin û doz li wa vebû, li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi ragehişiyê dest pê kir. Beriya rûniştinê ji ber ku li salonê cih tune bû d navbera polîs û parêzerên ku xwestin dozê bişopînin de alozî derket. Gelek parêzer li gel hemû rageşiyan ketin qadê û hewl didin ku li ser piyan dozê bişopînin. Dîwana dadgehê rûniştin bi xwendina nasnameyan dest pê kir.