Rûniştina doza rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû

Rûniştina doza rojnameya Ozgur Gundemê ya ku Huseyîn Aykol, Reyhan Çapan û Hasan Başak lê dihatin darizandin, taloq bû.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê bi KHK’yê rojnameya Ozgur Gundemê girtibû û derbarê Hevgerînendeyê Weşanê Huseyîn Aykol, Midûra Karê Nivîsaran Reyhan Çapan û rojnameger Hasan Başak doz vekiribû. Rûniştina 17’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 13’emîn hate kirin. Rojnamegerên dihatin darizandin tevlî rûniştinê nebûn.

Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 3’ê Kanûnê kir.