Rûniştina doza Malbata Şenyaşar hat dîtin: Hevjîn û zarokên min qetilkirin

Emîne Şenyaşar li ser pirsa dadger a "Tu zewicî yî? Çend zarokên te hene?" bersiva "hevjîn û zarokên min hatin qetilkirin" da. Rûniştina dozê hate taloqkirin.

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 820’an de berdewam dike.
Emîne Şenyaşar a ku hat ber edliyeyê, ji bo tev li rûniştina doza ku bi îdiaya "heqaret" kiriye hatiye vekirin, bi parêzeran re derbasî edliyeyê bû. Ji ber axaftina Emîne Şenyaşar a di roja 345’emîn a çalakiyê de (16’ê Sibata 2022’yan), bi îdiaya “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î kiriye” doz hate vekirin. Rûniştina ewil a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hate lidarxistin. Emîne Şenyaşar, kurê wê Mehmet Şenyaşar û parêzerên wan di rûniştinê de amade bûn. 
Rûniştin, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Emîne Şenyaşar da zanîn ku wê parastina xwe bi Kurdî bike. Dadger, pirsên weke “Hûn zewicî ne?” û “Çend zarokên we hene?” ji Şenyaşar kir. Şenyaşar jî bi vê bersivê bertek nîşanî van pirsan da: “Hevjîn û du zarokên min qetil kirin. Xwestin yê din jî qetil bikin.” Piştre jî Şenyaşar têkildarî tawanbariyên tên kirin wiha got: “Ez dermanan dixwim, kurê min ev 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Heta ku dermanan nexwim nikarim bi şev razêm. Bi ser re gelek dem derbas bû û ew gotin nayên bîra min. Lê baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin. Ez van tawanbariyan qebûl nakim.” 
Parêzer Hîdayet Enmek jî got ku zabitnameya bûye sedema lêpirsînê ji hêla polîsekî sivîl ve hatiye amadekirin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku rapora kesê pispor a serbixwe bê amadekirin. Di navbera gilîker û miwekîla min de dijminatî heye. Em dixwazin doza ku li Meletiyê tê dîtin li ser UYAP’ê were standin. Xizmên muwekîla min ji hêla xizmên gilîker ve hatine kuştin û birîndarkirin. Li gorî me heke dosya li vir bê zêdekirin dê darizandin jî sûdê jê bigire. Em ê piştî mutalaayê parastineke berfireh bikin.” 
Dadgehê jî daxwazên parêzeran esas girt û ji bo dozger mutalaaya xwe amade bike rûniştin dozê taloqî 29’ê Mijdarê kir. 
Şenyaşar, piştî rûniştinê çû pêşiya edliyeyê û li “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 9’ê Adara 2021’an roja Nobeta Edaletê dest pê kirî heta niha bi heman hincetan derheqê Emîne Şenyaşar de 31 lêpirsîn hatine destpêkirin. Ji van lêpirsînan 10 jê veguherîn dozan.