Ronahî TV dest bi qonaxa nû ya weşanê dike

Ronahî TV dest bi qonaxa nû ya weşanê dike

Kanala Kurdan Ronahî TV a ku bi dirûşima “Dengê aştî û Azadiyê” weşanê dike bi armanca ku bibe dengê gelê Rojavayê Kurdistanê, 20'ê Cotmeha 2011'an dest bi weşana xwe kir. Ronahî TV dest bi qonaxa nû ya weşanê dike.

Bi pêşketina şoreşa azadiyê ya li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, televizyona Ronahî Tv jî dest bi pêvajoya amadekariyên berfereh kir. Ji bo rastiya bûyerên şoreşê ji raya giştî re werin ragihandin televizyona Ronahî dest bi qonaxa nû ya weşana xwe dike.

Di çarçoveya amadekariyan de, Ronahî Tv ji roja Duşemê û pêve wê li ser frekansa xwe ya nû weşana xwe dewam bike.

Rêveberiya Ronahî Tv ragihand ku ew ê di nava demeke kurt de jî, ji bo weşana 24 saetan bi bernameyên xwe yên nû û dewlemend weşanê bike.

Agahiyên derbarê frekans û peyka weşanên Ronahî Tv li ser ekranên we jî tê xuya kirin.

NILSAT-EUTELSAT 7 WestA

FREKANS: 11354

SYMBOL RATE: 27500

POLARISATION: VERTICAL