Rojnamevanên ku polîsan şîddet li wan kirin: Wê çapemeniya azad têkoşîna xwe bidomîne
Nûçegihanên ETHA û MA’yê yên ku polîsan şîddet li wan kiribûn gotin “Wê çapemeniya azad têkoşîna xwe bidomîne” û banga xwedîlêderketinê kirin.
Nûçegihanên ETHA û MA’yê yên ku polîsan şîddet li wan kiribûn gotin “Wê çapemeniya azad têkoşîna xwe bidomîne” û banga xwedîlêderketinê kirin.
Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MGK) û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) ji bo nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Dogan Kaynak û nûçegihana ETHA’yê Elîf Baybûrt Elîf Baybûrt ên ku di 3’ê Îlonê de di dema Nobeta Edaletê de, polîsan şîddet bi kar anîbûn û ew destgîr kiribûn li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyaniyek dan. Edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz, Seroka Şaxa Stenbolê ya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê Banû Tûna, parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû û gelek rojnamevan tevlî çalakiyê bûn.
Nûçegihana ETHA’yê Elîf Baybûrt diyar kir ku rojnamevanên dixwazin dengê gel bidin bihîstin bi awayekî sîstematîk tên astengkirin û got “Me pişta xwe nespartiye dîwarên tirsê. Me pişta xwe spartiye israra jin, karker û Kurdan. Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin. Heta ku li vî welatî berxwedêr hebin wê çapemeniya azad jî hebin.”
Nûçegihanê MA’yê Dogan Kaynak jî got “A niha 16 hevalên me hatine girtin lê em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin, em ê her dem li ber xwe bidin. Hûn çiqasî asteng bikin jî em ê daxuyaniya dayikan bişopînin û em ê êşkenceyê teşhîr bikin.”
Rojnamevan piştre ketin edliyeyê û li hemberî şîddeta polîsan li Serdozgeriya Komarê giliyê sûc kirin.