Rojnamevan sê meh in di girtîgehê de ne, îdianame nîn e, binpêkirinên giran hene

Rojnamevanên li Amedê dîl tên ragirtin, sê meh in girtî ne lê hêj tu îdianame di der heqê wan de nehatiye amadekirin û binpêkirinên di girtîgehê de rû bi rû dibin, roj bi roj zêde dibin.

Lêpirsîna di der heqê Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Kar û Barê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ên 8’ê Hezîranê li Amedê hatin destgîrkirin û 16’ê Hezîranê hat girtin de, 83 roj in hêj veneguheriye îdianameyê.

Rojnamevanên di Girtîgehên 1 û 2 yên bi Ewlehiya Bilind ên Amedê de tên ragirtin, bi boneya bernamayên pêşkêş kirine û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re kirine bi îdiaya ‘’endamtiya rêxistinê’’ tên sûcdarkirin.

 ‘ROJNAMEVAN DIXWAZIN PIŞTEVANÎ ZÊDE BIBE’

Parêzera Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) Ulku Şahîn, hevdîtin bi rojnamevanên girtî re kir. Şahîn da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya rojnamevanan baş e û diyar kir ku rojnamevan dixwazin piştevanî zêde bibe. Şahîn bal kişand ser wê yekê ku 3 meh in rojnamevan girtî ne lê dozgeriyê hêj îdianame amade nekiriye û pirsgirêkên rojnamevanan ên di girtîgehê de ragihandin.

TACÎZA BI KAMERAYAN

Şahîn, têkildarê pirsgirêkan ev tişt gotin:

 ‘’Ji ber zêdebûyîna germayî ya di ser 40 pileyan re û ser girtîgehê bi sacê hesin çêkiriye qawîş zêde germ in.

 ‘’Azîz Orûç, Sûat Dogûhan û Abdûrrahman Oncu yên di Girtîgeha bi hejmar 1’ê de tên ragirtin ragihandin ku ji Tîrmeha ku hatine sewqkirin sarinc ji wan re nehatiye peydakirin, li gel ku hewa zêde germ e ava cemidî bi destê wan nakeve ku vexwin. Li ser vê mijarê serî li rêveberiya girtîgehê dane lê serlêdana wan nehatiye bersivandin.

* Mafê sohbet û werzişê nahêlin bê bikaranîn, çalakiyên sosyal nayên çêkirin, ev yek rê li ber civakîbûyînê digire.

* Nexweş, dereng sewqî nexweşxaneyan tên kirin.

Rojnamevanên jin, diyar kirin ku ji deriyê serşokê heta bi qada civakî li her nuqteya qawîşê tê temaşekirin û gava wan derdixin derveyê girtîgehê destên wan du caran kelepçe dikin.

*Bihayên kantînê pir zêde ne, girtî û malbatên wan ên rewş nebaş bi aborî zehmetiyê dikişînin.

* Dan zanîn ku ji ber sewq kirinê cihê wan ê jiyanê û pergala wan xera bûye.

* Ji desteserkirina nameyan, negihîştina nameyên bi posteyê dişînin û zêdebûna bihayê nameyan gazinc kirin.

* Tevî ku divê girtî fatûreya ceyranê nedin, ji ber ku fatûreya wan wek a bazirganîxaneyê tê birîn pir zêde tê.

*Gotin ku rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê nadin wan, rojnameyên ku didin jî berêvarkî radestê wan dikin. Ji xeynî kenalên rêveberiya girtîgehê dihêle, ew nikarin xwe bigihînin kenalên TV’yê yên din û kesî bersiv ji bo serlêdana wan nedaye.’’