NÛ BÛ

Di lêpirsîna Halk Tv'yê de 3 rojnamevan hatin binçavkirin

Rojnamevan Bariş Pehlivan, midûrê berpirs ê Halk TV Serhan Asker û pêşkêşvana Halk TV Seda Selek di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin

Rojnamevan Bariş Pehlîvan bi hinceta ku telefona pisporê ku pê re axivî “bê destûr tomar kiriye û parvekiriye” yê ku şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bal kişandibû ser, beriya ku beşdarî bernameya Halk Tv bibe ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.

Piştî binçavkirina Pehlivan, midûrê berpirs ê Halk TV Serhan Asker li Enqereyê hate binçavkirin. Pêşkêşvana Halk TV Seda Selek jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hate binçavkirin.