Rojnamevan ji bo hevpîşeyên xwe yên dîl hatine girtin di çalakiyê de ne

Rojnamevanên li Stenbol û Mersînê ji bo hevpîşeyên xwe yên li Amedê dîl hatine girtin hatin ba hev.

Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK/Baîn - Îş, li ber avahiya Opera ya Sureyya ya li Kadikoy a Stenbolê di meha destpêkê ya dîlgirtina 16 rojnamevanên li Amedê de daxuyanî dan. Tevî rojnamevanan Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglu, Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

‘GIRTÎ JI BER KU RASTÎ NIVÎSANDIN GIRTÎ NE’

Serokê DÎSK’ê Farûk Eren daxuyanî xwend.

Eren, bi bîr xist ku 16 rojnamevan ji ber ragihandina rastiyan mehek in di girtîgehê de ne û wiha got: “Diyare ku hikûmet wê bes nedtiye , ‘qanûna sansurê’ ji aliyê dahênerên nûçeyên sexte ve weke birincê xelatkirinê datînin pêşiya me. Malperên înternetî yên du medyayên navdar ên cîhanê Deûtsche Welle û Voîce Of Amerîca hate astengkirin. Li gel hevpîşeyên me, hem pîşe û hem mafê me yê agahî girtinê jî hatine girtin.” Eren, anî ziman ku polîtîkayên zexta sîstematîk a desthilatdariya AKP û MHP’ê di atmosfera hilbijartinê de du qat zêde bûye û got, “Di 16’ê Hezîranê de girtina 16 hevalên me yên rojnamevan yek ji nîşaneyên vê yekê bû.”

Eren bi bîr xist ku di dema lêpirsîna rojnamevanan de ji wan hat pirsîn “We çima ev nûçe çêkir” û got, “Kamera û kompûter yan weke delîlên sûc hatin desteserkirin an jî ji hêla polîsan ve bi rengekî ku nekarin bên bikaranîn hatin îmhakirin. Hikûmeta ku nikarîbû hêrsa xwe li ser rojnamevanan vala bike, tehemûla alavên rojnamevaniyê jî nekir. Ev zihniyeta ku rojnamevaniyê sûc dibîne, ji girtina rojnamevanan xwe neda paş, lê em jî ji gotina ku sûcdarên esasî ew in ku rojnamevan xistine zindanê, netirsiyan û emê netirsin. Rojnamevanî ne sûc e, ji bo kesên ku li sûcdaran digerin navnîşan ew e ku rojnamevanan dixin girtîgehê.”

Eren, anî ziman ku edliye ji rojnamevanan re bûye “makîneya daqurtandinê” û wiha pêde çû; “Polîs her ku diçe kolanan li rojnamevanan teng dike, wek endamên mafyayê gef, lêdan û êşkenceyê li rojnamevanan dike. Her endamekê desthilat ku di girtina rojnamevanan de jêhatî ye dibêje ku rojnamevan ne di girtîgehê de ne. Em dizanin ku heta yek rojnamevan di girtîgehê de be wê azadî û demokrasî neyê wî warî. Em bang li her kesî dikin ku ji bo şikandina dîwarê bêdengiya li hemberî rojnamevan û rojnamevaniyê bi taybet çapemeniya Kurd dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin ku hûn xwedî li mafê xwe yê wergirtina nûçeyan derkevin.”

Eren got, “Em dixwazin hevkarên me di zûtirîn demê de bên berdan” û peyam da ku ew ê parastina rojnamevanan û rojnamevaniyê bidomînin.

‘EM Ê TU CARAN GAV PAŞDE NEAVEJIN’

Piştre endama MKGP’ê Dîren Yurtsever mafê axaftinê girt. Yurtsever, anî ziman ku nayê qebûlkirin ku rojnamevan mehekê bi rengekî bêhiqûqî bên girtin û got, “Em dizanin ku li Tirkiyeyê şert û mercên rojnamevaniyê ji holê hatine rakirin û em li vir li dijî vê yekê têkoşînê didin. Bêhiqûqî dewam dike. Nameyên hevalan bi hêceta ‘metirsîdar in’ tên astengkirin. Em careke din diyar dikin ku em ê ti carî gav paşde navêjin. Em ê bibin dengê hevalên xwe û civakê. Ji bo azadiya çapemeniyê, ji bo dabînkirina şert û mercên ji bo rojnamevaniyê li Tirkiyeyê û parastina mafê civakê yê wergirtina agahiyan, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

PEYAMA ROJNAMEVANÊN GIRTÎ

Piştre endama DFG Nîşmiye Guler peyamên hevalên xwe yên ji girtîgehê şandinî xwend.

Peyama Rojnamevan Azîz Orûç: “Em rojnamevan bi awayekî derqanûnî hatin girtin. Me di mehekê de 2 girtîgeh guhert. Herî dawî biryar hat girtin ku em di girtîgeheke ewlekariya bilind de bin. Em rojnamevan in, ew jî dizanin. Li ku bin bila bibin em ê rojnamevaniyê bidomînin, ew wê jî dizanin. Hevgirtina li derve hêzê dide me. Divê em vê hevgirtinê ji derve ber bi hundir ve, ji hundir ber bi derve ve mezin û domdar bikin. Bi hêviya hevdîtinên di rojên azad de.”

Peyama Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş: “Em rojnamevanên azad ji ber ku em karê xwe dikin, ji ber ku em nûçeyên rast radigihînin hatin girtin. Raya giştî jî dizane ku em rojnamevan in û ji ber vê yekê em hatin girtin. Lê desthilat jî dibêje ‘Tenê mîkrofon heye, tenê dikare ji bo kesên alîgirê min û yên ji min in re bê dirêjkirin’. Na, wê wisa nebe. Mafê hemû welatiyan heye ku dengê ku ji wê mîkrofonê tê bibihîzin û ji vê mîkrofonê re biaxivin. Em ê bi zanabûna vê yekê karê rojnamevaniyê bidomînin û agahiyan bigihîjînin welatiyan. Spas ji bo her kesê ku piştgiriyê dide.”

Peyama Rojnamevan Serdar Altan: “Di operasyoneke ku ti îzahat û hincetên hiqûqî tunebû de em hatin destgîrkirin. Em ji azadiya xwe, ji karê xwe bêpar mane. Ma sûcê me çi ye? Bê guman, tenê rojnamevanî ye. Me ew kesên ku dinivîsin û xêz dikin, dikişînin û temaşe dikin, vedibêjin û dibêjin, tenê yên ku dixwazin tenê dengê wan bê bihîstin û dengê wan bê guhdarîkirin aciz kir. Di encamê de em hatin girtin. Yên ku difikirin ku ev ê me bêdeng bike, xwe dixapîne. Em ê karê rojnamevaniyê bidomînin, emê kesên ku dixwazin tenê dengê xwe bibihîzin aciz bikin. Em spasiya her kesî dikin, bi taybetî jî hevkarên me yên ku bi rojnamevaniyê bawer in û bi me re hevgirtî ne. Bi hêviya mezinkirina hevgirtinê.”

MERSÎN

Komeke rojnamevanan li Mêrsînê derheqê 16 rojnamevanên kurd ê”n li Amedê hatine girtin daxuyanî dan. Daxuyanî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên “Em rojnamevaniyê diparêzin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.” hatibû daliqandin û dowîzên “Em naxwazin rojnamevan di girtîgehê de bin” û “Azadî ji rojnamevanan re” hatibûn vekirin.

Nûçegihanê Rojnameya Guney Mahmût Sonmez li ser navê rojnamevanan axivî û da zanîn ku 16 rojnamevanên li Amedê hatin girtin ev meheke di girtîgehê de ne. Sonmez, diyar kir ku li gel hempîşeyên wan her wiha pîşe û mafê agahîgirtinê jî hatiye zindanîkirin.

Sonmez, da zanîn ku rojnamevanî sûc nîne û wiha domand: “Rojnamevanî ne sûc e. Yên ku rojnamevanan digirin sûcdar in. Banga me ji bo her kesî ew e ku ji bo hilweşandina vî dîwarê bêdengiyê yê li hemberî çapemeniya kurd, bêhtir dengê xwe derxînin. Em dixwazin ku xwedî li mafê xwe yê agahîgirtinê derkevin. Cihê rojnamevanan ne girtîgeh lê kolanan in. Divê hempîşeyên me di zûtirin demê de werin berdan. Em ê rojnamevanî û rojnamevanan biparêzin.”

Piştre jî Sonmez peyamên piştevaniyê yên rojnamevanên girtî xwend.

Mehmet Alî Ertaş: “Weke rojnamevanên azad me ji ber ku karê xwe kir û nûçeyên rast çêkirin lewma hatin girtin. Raya giştî baş pê dizane ku em rojnamevan in û ji ber vê sedemê hatine girtin. Desthilatdarî jî dibêje; ‘tenê mîkrofonek heye û tenê alîgirinên min dikarin biaxivin.’ Nexêr wê wisa nebe. Guhdarîkirina wî dengê mîkrofonê û axaftina wê mîkrofonê jî mafê hemû hemwelatiyan e. Em ê bi vê ferasetê rojnamevaniya xwe bidomînin û agahî bigihînin gel. Spasiya hemû kesên piştevanî kirine dikim.”

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî wiha got: “Em bi operasyoneke derhiqûqî hatin girtin. Ji azadî û karê xwe bêpar hatin hiştin. Sûcê me çi ye? Bêguman tenê karê rojnamevanî ye. Weke kesên xêz dikin, dikêşin, vedibêjin, me kesên dixwestin tenê dengê wan were bihîstin aciz kir. Di encamê de jî hatin girtin. Yên ku dibêjin dê bi vî awayî me bêdeng bikin xwe dixapînin. Em ê karê xwe bidomînin û wan her nerehet bikin. Em spasiya her kesên piştevaniya me kiriye û bawerî bi rojnamevaniyê anîne dikin. Bi hêviya ku piştevanî hîn mezintir bibe…”

Edîtorê MA’yê Azîz Oruç jî ev peyam parve kir: “Em rojnamevan bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Di nava mehekê de me du girtîgeh guherandin. Herî dawî biryar hat dayîn ku li girtîgeha bi ewlekariya bilind bên ragirtin… Em rojnamevan in. Ew jî vê dizanin. Em li hundir jî bin li derve jî bin dê rojnamevaniya xwe bidomînin. Ew jî vê dizanin. Piştevaniya li derve hêzê dide me. Divê em vê piştevaniyê hem li hundir û hem li derve mezintir bikin. Bi hêviya rojên azad.”

Nûnerê ÎHD’a Çukurovayê parêzer Bedrî Kuran jî da zanîn ku girtina rojnamevanan binpêkirina maf e û xwest ku rojnamevan bên berdan.