ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ji bo ku Kurd werin îmhakirin dewleta Tirk peywir û derfetekî mezin daye MÎT’ê û got “MÎT jî li gorî agahiyên ku PDK dide, qetlîamê dike.”

- Rûken Canbey a ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê tevlî çalakiya rûniştinê bûbû jê re hate gotin “Tu gelekî xebitî, niha dora malbatên din e” û ew ji karê wê yê li şaredariya bajarê mezin derxistin.

-Necdet Erîk ê ku ji ber elektrîkê pê girtibû û ji ber vê her du milên wî hatine jêkirin, bi hinceta ku ‘dibe ku bireve’ ligel ku rapora wî ya ‘Nabe ku di girtîgehê de bimîne’ ew ji girtîgeha Maltepeyê şandin girtigeha Metrîsê.

- Gelek heywanên ku firoşkaran ji bo Cejna Qurbanê xwedî kiribûn û anîn bazarên heywanan ên li bajaran, nehatin firotin.

- KOMAW'ê di serî de ya malbatên şehîdan cejna gelên bindest û hemû kesên têkoşîna demokrasî û azadiyê didin û bi giştî cejna alema Îslamê pîroz kir.

-Arkeologên Kurd û Elman ji bo keşfkirina bermahiyên bajarekî 3400 salî yê li nêzî bajarê Mûsûlê ya Başûrê Kurdistanê û li ber Dîcleyê ye, kom bûn.