ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Sê parêzerên Belçîkî ku çûn Şengal û Mexmûrê û êrîşên dewleta Tirk ên bi droneyan li cih şopand, xwestin ku bikaranîna balafirên bêmirov ên bombebarkirî bê qedexekirin.

- Ciwanên Kurd û enternasyonal wê di navbera 11 û 16'ê Îlonê de bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê" ji bajarê Essen ê Elmanyayê heta bajarê Aachenê meşeke dirêj lidar bixin. Amadekariyên meşê qediyan.

- Li paytexta Elmanya Berlînê, bi armanca piştgiriya bi Kampa Penaberan a Mexmûrê 10'ê Îlonê li beşên Boks, Mûay Thaî û K1 pêşbirkên sporê hatin lidarxistin.

- B.Y. a ku ber bi fûhûşê ve hate dehfdan, navê hin kafeyan da û got, "Xeterî mezin e. Gefeke mezin li jinan tê xwarin."

- Yûsif Kara bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê ji bejahî nayên kirin, lewma ti wateya têlkirina derdora wargehê nîne û got, "Rêveberên Iraqê heta niha gelek soz di hevdîtinan de dane me. Lê belê ti ji wan bi cih neanîne."

- Apple hilberîna iPhoneyê li Hindistanê çêdike. iPhone 14 a nû jî wê ji aliyê Foxconnê ve bê hilberand. Karker û sendîka ji şert û mercên nebaş gilî û gazinan dikin.