ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Dewleta Tirk van sê mehên dawî her cûre gaz û çekên kîmyewî bi kar tîne ku ji aliyê mirovahiyê ve hatine qedexekirin. Saziyên mîna OPCW jî xwe ker, kor û lal dikin.
- Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Farûk Tatli got, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve dibe sedema hilweşînê.
- Şoreşgerên Elman Kevîn Joachîm (Dilsoz Bahar) û Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) ku di demê cuda de li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd şehîd bûn, wê 10'ê Tîrmehê li Karlsrûheyê bêne bîranîn.
- Parlamentera berê ya YNK'ê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gefeke mezin e li ser Başûrê Kurdistanê û got, "Dema ku gef li herêmeke hate xwarin, divê kurd hemû bi helwesteke neteweyî tevbigerin."