ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 18 meh in agahî jê nayê girtin, li Îmraliyê di nava sîstemeke tecrîd û êşkenceyê de tê hiştin. Dewleta Tirk a ku qîma xwe bi vê nîne, dixwaze 'mafê hêviyê' jî desteser bike.
- Rêveberiya Med TUHAD-FED'ê Safiye Akdag got, malbatên girtiyên nexweş bi fikar in ku di her kêliyê de dibe ku cenazeyên nû ji girtîgehan bêne derxistin.
- Youtube'yê strana 'Lehengên Sedsalê' ji weşanê rakir ku Berbanga Rojava ji bo gerîlayên azadiyê çêkiriye. Koma muzîkê îtiraz li Youtubeyê kir. Kolektîfa Yapicilar jî stran li ser hesabê xwe yê dîjîtal parve kir.
- KNK'ê xwest, bûyera li Xelîfanê ku di encamê de 3 gerîla şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn, bê lêkolîn û gerîlayên birîndar ên di destê PDK'ê de ne, radestî HPG'ê bêne kirin.